Piştî ku li Elmanyayê eyaleta NRW´ê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan qebûl bike, niha projeyeke mîna wê li DYE´yê gihiştiye qonaxa biryardanê. Heger Rêveberiya Dibistanan a bajarê Nashville sêşemê erê bike, Kurdî wê li lîseyên dewletê yê bajêr karibe weke dersa zimanê biyanî bê dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku li Elmanyayê eyaleta NRW´ê Kurdî wek zimanê biyanî li dibistanan qebûl bike, niha projeyeke mîna wê li DYE´yê gihiştiye qonaxa biryardanê. Heger Rêveberiya Dibistanan a bajarê Nashville sêşemê erê bike, Kurdî wê li lîseyên dewletê yê bajêr karibe weke dersa zimanê biyanî bê dayîn.
Karzan Sulaivany ji bo beşa Ingilîzî ya Kurdistan 24´ê nûçeyek amade kiriye û em pê dihisin ku heger meqamê Dibistanên Dewletê yê Nashvilleê pêşniyaza ji bo Kurdî qebûl bike, li lîseyên vî bajarî wê dersa Kurdî karibe bê dayîn.
Beriya niha bi hewldanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê (YMK), eyaleta Nordrhein Westfallenê (NRW) qebûl kiribû, heger şert bên pêkanîn, Kurdî li dibistanên dewletê weke zimanê biyanî yê duyem bê fêrkirin. Xebatên YMK´ê ji bo eyaletên din jî di vî warî de dewam dikin. Lê niha pêvajoyeke bi heman armancê li bajarê Nashville ê Emerîkayê ku bi serjimara xwe ya Kurd a zêde tê nasîn, hatiye ber qonaxa biryardayînê. Pêşniyaza civaka Kurd çû ber destê Rêveberiya Dibistanan a Nashvilleê.
Ev pêşniyaz bi hewldanên Civaka Kurd a li Nashvilleê derketiye pêş. Sêşema bê Rêveberiya Meqamê Dibistanan a Nashville Metro wê li ser pêşniyazê biryara xwe bi dengdayînê bide. Heger biryar erê be, Kurdî wê di nava zimanên navneteweyî de cihê xwe bigire û xwnedekar wê karibin notan jê bigirin.
Beriya vê pêşniyazê, civaka Kurd xelekî ji bo vê mijarê xebitî û di dawiya dawî de hin dersdarên li Rêveberiya Dibistanan destek da pêşniyazê. Li vî bajarê li eyaleta Tennessee nifûseke mezin a Kurdan heye û bêhtirî 1100 xwendekarên Kurd li vî bajarî diçin dibistanên dewletê.
ji 2016´an ve amadekarî hene
Yê ku ev pêşniyaz bi pêş xistî Dr. Heydar Xezrî ye. Ew endamekî mêvan ê fakulteya Zanîngeha Navendî ya Florida ye û lêkolînerê Bernameya Lêkolînên Siyasî yên Kurd (KPSP) ye li heman zanîngehê. Li vir wî ev proje weke fikr bi pêş xistiye.
Xezrî dibêje projeyê weke fikr sala 2016´an dest pê kir û niha ber û encamên wê didin der. Li gorî wî, “Ev proje, paşguhkirina bi dehan salan a Kurdî a neheq a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi dawî dike. Dersên Kurdî wê bike ku penaberên ji Kurdistanê peywendiya xwe bi mîrasa xwe ya Kurdî re dewam bikin, û şagirtên Emerîkî jî wê ji civakeke global re amade bikin.”
Ji bo xwendekaran derfet e
Nawzad Hawramî jî rêveberê Navenda Salahadeen a Nashvilleê ye. Yê ku pêşniyaz ji Rêveberiya Dibistanan re şandî ew e. Ji bo dersên Kurdî ew jî dibêje, “Heger Kurdî li dibistanan bê fêrkirin, xwendekar wê bibin xwedî wê derfetê ku di peywendiyên navneteweyî de kariyerekê ji xwe re çêkin û li nûneriyên dîplomatîk kar bikin, her wiha li vir li DYE´yê jî li deverên weke Neteweyîn Yekbûyî.”
Ew jî wekî din bi îhtîmam îşaret pê dike ku ciwanên Kurd ên li bajêr jî wê karibin çand û zimanê xwe fêr bibin. Axir niha civaka Kurd a li Nashvilleê li benda biryara Rêveberiya Dibistanan a sêşemê ye.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtika