Dersîm Dag; “Divê berxwedana di şexsê Leyla Guven de em geştir bikin. Divê em kesên li derve jî peywira xwe bi cih bînin.”
STENBOL- Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan a Marmarayê Leyla Guven a ku 82 roj in di greva birçîbûnê de ye û berxwedana li her dera cîhanê li Pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê silav kir. Parlementera Amedê ya HDP’ê Dêrsim Dag, rêveberên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn.
DAG: HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN EW Ê AŞTÎ NEYÊ
Dag diyar kir ku berxwedan li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê geş dibe û got ku “Ev tecrîd bi tenê li ser rêzdar Ocalan nayê kirin. Ev tecrîd li dijî gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin, ew ê aştî, azadî û wekhevî neyê welat.”
Dag diyar kir ku berxwedana Leyla Guven bûye çirûsk û got ku, “Divê berxwedana di şexsê Leyla Guven de em geştir bikin. Divê em kesên li derve jî peywira xwe bi cih bînin.”
Dag ji bo mîtînga di 3’ê Sibatê ya li Bakirkoyê jî bang kir û diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye.
Li ser navê Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan a Marmarayê Ozlem Noyan jî diyar kir heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe ew ê hejmara çalakgerên greva birçîbûnê jî zêde bibe. Noyan got ku, “Tecrîda li Îmraliyê li her hemû civakê tê kirin. Ji ber vê jî em bang li hemû şoreşger, demokrat û gelan dikin. Divê her kes deng bide vê berxwedanê. “
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest ber bi rêya E-5’ê bimeşe lê polîsan girse asteng kir. Girseyê jî li vê derê bi slogan û tilîliyan dest bi çalakiyê rûniştinê kir.