YPG; “Çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacîkistan in, li herêmên Şefa û Hecînê di dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn û hewl didan biçin Tirkiyeyê, ji alî Tîmên Operasyona Taybet ve, di encama şopandinê de hatin girtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya YPG’ê têkildarî girtina 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî daxuyaniyek nivîskî weşand.
YPG’ê wiha got; “Têkoşîna ku yekîneyên me di bin baneya QSD’ê de li herêma Hecîn û derdora wê li hember DAÎŞ’ê dimeşînin, bi destkeftiyên mezin pêş ve diçe. Di roja 27’ê Çileyê, çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacîkistan in, li herêmên Şefa û Hecînê di dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn û hewl didan biçin Tirkiyeyê, ji alî Tîmên Operasyona Taybet ve, di encama şopandinê de hatin girtin.
Gelek çeteyên ku ji alî yekîneyên me yên YPG’ê û YPJ’ê ve di encama zehmetiyên mezin tên girtin, bi taybetî di nav hewldana çûna Tirkiyê de ne. Li ser agahiyên ku çeteyên hatine girtin didin, tê fêmkirin ku gelek ji wan bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê dibin di nav faalîyetên terorîst de cîh digirin.
Di derheqê çeteyên DAÎŞ’ê yên ku di operasyonên me yên herî dawî de hatine girtin, em ê agahiyan bi raya giştî re parve bikin.”