Çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê, berxwedana girtiyan û piştgiriya têkoşer Leyle Guven, di roja duyem de li Şehbayê berdewam e.
ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê û berxwedana girtiyan di girtîgehên AKP‘ê de, her wiha destekdayîna ji bo Leyal Guven duh çalakiya konvenda danbû destpêkirin.
Çakakî bi dirûşmeya “Bi rihiyê berxwedana zindanan serî hilde, tecrîda li ser Rêbertî bişkîne û Efrînê rizgar bike” li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê di roja duyemîn de berdewam e.
Bi sedan ciwanên navçeyên Ehres, Fafîn, Til Rifet, şêniyên gundên Til Şiîr, Helîsa û navçeyên Babinis û Ehdas beşdarî çalakiyê bûn.
Konê çalakiyê bi wêneyên têkoşerên Berxwedana Serdemê, têkoşer Leyle Guven, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk hatiye xemilandin.
Çalakiyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa navçeya Ehdas Delîl Mihemed, endamê Meclîsa navçeya Babinis Leyle Hemşo, Rêveberiya Meclîsa navçeya Ehresê Fîdan Ebdo û endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Hesen axivîn.
Di axaftvanan berxwedana girtiyên zindanan û Parlamenter Leyle Guven ku ev 82 roj in ji bo rakirian tecrîda li djiî Ocalan di greva birçîbûnê de ye hate silavkirin. Hate gotin ku berxwedana zindanan dîwarê bêdengiyê şikand û îradeya azad îsbat kir.
Kesên axivîne gotin berxwedana Leyla Guven ji cîhanê re diyar kir ku îradeya jin ji hemû siyaetên pergalên faşîzmeyê bi hêztir e.
Axaftivanan her wiha têkoşer Avesta Xabûr ku salek beriya niha li dijî hêzên dagirker li Efrînê çalakiyeke fedayî pêk anî û şehîd bû bi bîr anîn û soza şopandina rêya wê dan heta rizgarkirina Efrînê.
Di çalakiyê de şanoyeke ku balê dikşîna li ser girîngiya perwerde û rêxistinkirinê ji aliyê Koma Şehîd Bêrîtan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Babnisê ve hate pêşkêşkirin.
Çalakiya roja duyemîn bi pêşandana senvîzyoneke li ser berxwedana Leyla Guven di girtîgeha dewleta Tirk de bi dawî bû.