NAVENDA NÛÇEYAN
Dema ev rêzik dihatin nivîsîn, Leyla Guven di roja 79. ya berxwedana greva birçîbûyînê de bû. Ji aliyê jiyana biyolojîk ve di çi rewşê de bû nedihat zanîn. Li gel rewşa wê ya biyolojîk, helwesta faşîzma AKP/MHP nekarî Leyla Guven ji armanca xwe peximîne. Nasir Yagiz ê ku li Hewlêrê roja 65. bihuriye, berxwedanên Ewropa û zindanan jî roja 40. bihurtîne. Berxwedana grevên birçîbûyînê li her qadê ji aliyê girseyan ve hatin xwedîderketin û her roj jî ji greva birçîbûyîna bêdem û bêdorveger re tevlîbûnên nû çêdibin. Di serî de Leyla Guven, hemû çalakvan dibêjin “Heya ku tecrîd neqede, em ê dev ji çalakiya greva birçîbûyînê bernadin“. Şikênandina Tecrîdê, tê wateya hilweşîna faşîzmê û azadbûna Kurdistanê; ji ber wê jî xuyaye ku çalakî demeke dirêj wê bidome.
Ev rewş nîşan dide ku ji 7 saliyê heya 70 saliyê Kurd naxwazin bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ve bijîn. Jixwe Leyla Guven jî di peyama xwe ya dawî de gotibû; Di domahiya 20 salan de em ne ji dil ne jî ji mêjiyê pergala tecrîdê ya Îmraliyê nepêjirandin. Digot, heke tecrîda 20 salî neyê şikandin, an jî pergala Îmraliyê neyê rûxandin çalakiyên wan jî nayê bi dawî kirin. Leyla Guven, parlamenter e û Hevseroka KCDê ye û ji nav gel derketiye; heke em vê rewşê di berçavan de bigrin, ev jî tê vê wateyê ku êdî Kurd naxwazin bi pergala Îmraliyê re bijîn û ji bo rûxandina vê pergalê jî ketine nava berxwedana civakî û gel êdî ji ber tecrîda 20 salî hatiye asta teqînê.
Weke Leyla Guven jî gotî, Kurd tu caran Qomploya 15ê Sibatê û pergala tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê rewa nedîtine. Gelê Kurd tu caran qomploya ku bi hevkariya Amerîka û Tirkiyeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derxistina ji Kenyayê û anîna Îmraliyê nepêjirandin. Ev 20 salane li hemberî Qomploya 15ê Sibatê û pergala Îmraliyê bi lehengê têkoşîn dane. Di bin diruşmeya “ Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin ” de, li derdora Rêber Abdullah Ocalan hevêrkek ji agir pêk anîn. Di vê oxirê de jin-zilam, zarok-kal/pîr bi deh hezaran şehîd hat dayîn. Lê belê kêliyêkî jî ji Sêrokatî qut nebûne û dilsoziya gel her ku çû bêhtir bûn.
Ji aliyekî jî di nava berxwedana 20 salî de tenê Kurd cih negirtin û şehîd neketin; bi tevî Kurdan ciwanên Tirk, Ereb, Faris, Çerkez û Êrmenî jî cih girtin û şehîd ketin. Bi ser de di têkoşîna li hemberî DAÎŞê de tevlîbûn hîn bêhtir jî bûn. Ji Amerîkayê heya Îngîlîstanê, ji Qanadayê heya Elmanyayê ji parzemînên hemû cîhanê, ciwan, tevlî şoreşê bûn û bi diruşmeya “ Bijî Serok APO “ şer kirin û şehîd jî ketin. Yek ji li hemberî Qomployê yên ku çalakiya fedaî pêk anîn Hevala Rojbîn ya Ereba Lubnanî bû. Hevala Rojbîn Arap, ji bîst sal berî ve van rojan didît û bang li ciwanên Ereb kiribû da ku bi tevî ciwanên Kurd re têbikoşin.
Bêguman li hemberî Qomployê û pergala Îmraliyê herkes bi şêweyek cuda têkoşîn da lê belê hestiyariya jinan, wêrekiya jinan û cangoriya jinan her tim pêş de bû. Mînak; ji aliyê kontrgerîlayên Dewleta Tirk a dagirker ve, li Şamê, di roja 6ê Gulana 1996an de li hemberî Serokatiyê êrîşek pêk hat; li hemberî vê bûyerê bersiv, ji Hevala Zîlan (Zeynep Kinaci) ve hat û di 30ê Hezîrana 1996an de li Dêrsîmê çalakiya cangoriyê pêk anî. Gerîlaya PKKî Zîlan, jineke Kurd ya ji Meletî ye û di komkujiya spî (çandê) re derbas bûye. Têkoşîna ku Rêber APO daye dest pê kirin, vê polîtîkayên bişavtinê şikand û ji kesên ku di bin bişavtinê de mane cangorî derxistin.
Kesê ku pergala Îmraliyê û tecrîdê ji binî de red kir û li hemberî Qomployê helwestek zanebûniyê jî ewil jineke Kurd pêk anî. Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn), keça êşîr e û li Silêmaniyê ji dayik bûye, di şeva 1-2ê Sibata 2006an de, ango di salvegera 7. ya qomployê de “ Ez di bin pergala Îmraliyê de 15ê Sibatek nû naxwazim bijîm “ û li çiyayên Zaxoyê de canê xwe da ber agir. Di serî de rêhevalên xwe, jinan û gelê Başûrê Kurdistanê, bang li herkesî kir ku bila tu kes pergala Îmraliyê rewa nebîne û ji bo şikandina tecrîdê herkes bi awayekî çalak têbikoşe. Banga Viyan Soran, ji aliyê gel ve hat pêjirandin û di bihara 2006an de li hemberî pergala Îmraliyê û tecrîdê berxwedanên herî xurt, herî çalak û herî girseyî pêk hatin.
Ji Leylaya Silêmaniyê ku Sibata 2006an de xwe kir çirûska berxwedanê, em niha hatin Leylaya Qonyayî ku di meha Sibatê de xwe kiriye çirûska berxwedanê. Jinên Kurd, pergala Îmraliyê û tecrîde napêjirînin, naxwazin pê re bijîn û xwe dikin agir û berxwe didin. Heman awayî, ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan jî berxwe didin. Bi pêşengiya Leyla Guvenê ku ji Qonyayê ye, parlamentera HDPê ye û Hevseroka KCDê ye, hemû Kurdan û dostên wan, di sala 20. de naxwazin bi Qomploya 15ê Sibatê û pergala Îmraliyê re bijîn û dikevin nava berxwedaneke nû. Giyana berxwedanê û azadiyê ku Viyan Soran pêçandiye, niha hemû jinên Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd pêçandiye.
Hinekan dibêjin, Leyla Guven wê jiyana xwe ji dest bide, berxwedêrên din ên çalakiyê jî heman rewşê wê bijîn; ji ber wê jî divê ji vê berxwedanê biterikînin. Zelal e ku, kesên ku di fikrê de ne, nizanin an jî naxwazin bizanibin ku jinên Kurd û gelê Kurd ev bi 20 salan çawa jiya ne; çawa zilm û zordarî dîtine, çawa têkoşiyane û di vê têkoşînê de çiqas şehîd dane û çiqas jin û ciwan şandine girtîgehê. Helbûkî, ji 14ê Tirmeha 1982an vir ve ji bo Kurdan mirina herî hêsan û xwezayî, rojiya mirinê ne. Yên hinek ji van laşên wan perçe bûne, yên hinek ji van gorên wan ne diyar in, xuyaye ku hinek kes naxwazin van tiştan bibînin û bizanibin.
Bi kurtasî, bi pêngava berxwedanê ya “Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê Hilweşînin û Kurdistan Azad Bikin” ê ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir ve, gelê Kurd ketiye riya rast û xêza Serokatiyê. Çalakiyên berxwedanê, li her 4 perçeyên Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li cîhanê belav dibe û bi rêbazên her cûreyî ve dewlemendtir dibe. Bêguman ev têkoşîn, hîn bêhtir mezin bibe û tûjtir bibe û heya serkeftinê jî wê bidome. Êdî tu kes nikare gelê Kurd ji vê berxwedanê bigre.
Lîstoka şerê teybet ya faşîzma AKP/MHPê ku di 12ê Çileyê de pêk hatibû, hat valaderxistin û êdî Kurd û dostên wê li hemberî lîstokên wisa hîn hestiyartir bûne. Ango hemû derew û dekûdolabên faşîzmê tu caran encameke wê nagire. Çiqas lava ji Rusya, Amerîka, Ewropa û Îranê re bike jî, faşîzma AKP-MHP xwe ji hilweşînê nikare bifilitîne. Êdî Erdogan, ji her derê destvala tê. Bi ser de mijara tinazpêkirinê dibe. Bi pêşengiya Leyla Guven û berxwedanên grevên birçîbûyînê, berxwedana azadiya Kurdan hemû Tirkiyeyê wê dorpêç bike û mehên bê jî mehên hilweşîna faşîzma AKP-MHPê wê bibe.
Selahaddin Erdem
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtika