Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Meclîsên Ciwanan derketin qadan û meş û Çalakiya nivîsandinê li dar xistin.
EDENE/WAN– Ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye li Wan, Edene û Stenbol’ê Ciwanên ku derketin qadan çalakî li darxistin.
Li taxa Edene Kîremîtxaneyê endamên Meclîsên Ciwanan ji bo di kesayeta Leyla Guven de piştgirî bidin girtiyên azadiyê derketin qadan û meşek li darxistin. Di çalakiyê de dirûşma “Leyla Guven Rumeta me ye” hate berzkirin.
Li navçeya Stenbol Bahçelîevlerî jî endamên Meclîsên Ciwanan bi fîşenga hewayî meşek li dar xistin û diruşma “Bijî berxwedana Zindanan” û ” Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê biruxîne” berz kirin. Her wiha ciwanan di gelek cihê navçeyê de çalakiya nivîsandinê li dar xistin.
Li taxên Wan’ê Duzyol, Karşiyaka, Xaçort û Yenîmahalle’yê ciwanan daketin kolanana û dirûşmên ”Bê Serok Jiyan Nabe ile Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin