Duran Kalkan; “Leyla Guven jî vekirî got, ‘Tecrîd ne niha, ev ev 20 sal in didome’. Ev jî dibe komploya 15’ê Sibatê. Rêber Apo ev weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ ragihand. Gelê me ev 20 sal in dibêje, ‘Roja reş’. Ev 20 sal in bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin, li dora Rêber Apo berxwedaniyeke fedayî ya bi rengê xeleka agirîn didome.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a Medya Haber TV.
Dûran Kalkan têkilî Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ ku her diçe dibe xwedî çarçoweyeke giştî ya siyasî, civakî, dibe xwedî insîyatîv û karîgeriyeke navnetewî, got, “Di serî de, di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de, hemû kesên ku li zindanan û li derve di grevên birçîbûnê de û tevlî pêngava şoreşger a ,’Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ bûne bi hezkirin û hurmet slav dikim. Nexasim slavên taybet ji Leyla Guven û Nasir Yagiz re dişînim ku rewşa wan hatiye ber qonaxeke girîng. Ji niha ve mirov dikare vê bi zelalî bibêje. Li dijî van êrîşan, van zextan û zordariyan li ser armancê hevgirtîn û israr heye. Tê xwestin ku tecrîd were şikandin, ku tecrîd ev 20 sal in didomin. Pergaleke bi navê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê heye û ev hemû civaka Tirkiyeyê vedihewîne û rê ve dibe. Leyla Guven jî vekirî got, ‘Tecrîd ne niha, ev ev 20 sal in didome’. Ev jî dibe komploya 15’ê Sibatê. Rêber Apo ev weke ‘Roja Qirkirina Kurdan’ ragihand. Gelê me ev 20 sal in dibêje, ‘Roja reş’. Ev 20 sal in bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin, li dora Rêber Apo berxwedaniyeke fedayî ya bi rengê xeleka agirîn didome.
‘GELÊ KURD NAXWAZE BI TECRÎDÊ RE BIJÎ’
Berxwedana îro divê bibe bilindciha berxwedana 20 salan. Êdî gelê Kurd, jinên Kurd naxwazin bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bijîn. Leyla Guven vekirî got, ‘Ti caran di mêjî û dilê xwe ev komplo, pergala êşkenceyê ya Îmraliyê qebûl nekir’.
Êdî vê dibêjin: Em naxwazin bi pergala êşkence û tecrîdê, bi komploya 15’ê Sibatê re bijîn, ev ê bidawî bibe. Helwesta berxwedêrên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ wiha bû. Li ser vê hîmê tevger û gelê me, me di 20 salan de ji 10 hezarî zêdetir şehîd dan.”
‘EM RASTEQÎNBÛNA LEYLABÛNÊ YA LI KURDISTANÊ FÊHM BIKIN’
Kalkan bi dewamî bal kişande ser helwesta Viyana Soran a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Di salvegera 7’an a komployê de, di serê Sibatê de hevrê Viyan Soran jî helweste wiha nîşan da. Got, ‘Ez careke din naxwazim di bin pergala tecrîd û êşkenceyê ya ya Îmraliyê de 15’ê Sibatê bijîm’ û bedena xwe da ber êgir.” Kalkan diyar kir Viyan Soran bi vê helwest û çalakiya xwe bang li gelê hevrêyên xwe, jinan, gelê Başûr û Silêmanî, jinên ciwan û xortan kiriye ku li dor Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin cem hev, xwedî lê derkevin û li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê têbikoşin.
Kalkan bi bîr xist ku Viyan Soran endama komîteya avakar a PKK’ê bû, wê bi hurmet û minet bi bîr tînin, soz didin ku armancên wê bi ser bixin, xwedî li bîranînên wê derkevin û got, “Navê wê jî Leyla bû. Ez bang dikim ku li Kurdistanê rasteqîniya Leylabûnê rast were fêhmkirin û li pey van pêşenga em bimeşin û bi rengekî xurtitr tevlî têkoşîna azadiyê bibin.”
Kalkan bal kişande ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got, “Niha jî Leyla Guven heman tiştî dibêje. Bihîstiyariya şoreşger, welatparêziyê, bihîstyariya jinê bi asta herî bilind datîne holê û nîşan dide û dibêje, ‘Ez naxwazim bi tecrîdê re bijîm’. Dibêje, ‘mirov nikare pê re bijî’. Çima? Ji ber ku ev rewşe ne reweşke wiha ye ku mirov bikaribe pê re bijî.”
‘EV LEHENGÎ BI BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN A 14’Ê TÎRMEHÊ DEST PÊ KIR’
Kalkan bal kişande ser hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mehmet Ocalan a li Îmraliyê û got, “12’ê Çile bi çarçoweya şerê taybet hate xwestin ku lîstikê bilizîn, ev lîstik hate xirakirin. Niha hema bibêje kete roja 80’yî. Dibêjin em tedawî bikin, zextê dikin, hemûyan red dike. Ji hev ketiye, heta bi şaneyên xwe heliyaye, lê li ser armanca xwe ye, vîneke heye ku li ser wê fizîkê serdest e, hişmendî, bawerî heye. Ev hiş û baweriyeke çawa ye? Divê ev were dîtin. Ya ku mirov li ser bisekine ev e. Ev wêrekî û fedekariyeke çawa ye? Bawerî û vîneke çawa ye? Divê pêşî em bibin xwedî karekterekî wiha. Ji bo vê divê em vê têkoşînê baş nas bikin. Divê em Mazlûm, Kemal, Ferhat, Xeyriyan baş nas bikin. Ev lehengî bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmeha 1982’an dest pê kir.”
‘AMED DIL Û MÊJIYÊ KURDISTANÊ YE’
Kalkan bal kişande ser rola Amedê ya di berxwedanê de û got, “Helbet Amed dil û mêjiyê Kurdistanê ye. Qada esasî ya welatparêzî û hemû têkoşînê ye. Pir sirûştî ye ku bibe navenda berxwedanê jî. Ji bo hemû civakan wiha ye. Kurd jî civakeke in. Navendeke wan a wiha heye. Civakîbûneke wan a wiha heye. Belkî jî civakîtiyeke wiha ye ku dersê dide her kesî.”
‘DIVÊ EV TÊKOŞÎN WERE BERBELAVKIRIN’
Kalkan got, divê her kes têbikoşe, her kesek tiştekî bide û domand, “Têkoşîn di rewşa berdest de hate qonaxeke girîng. Bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, civaka Kurd, dostên wan, hemû hêzên demokratîk, gelan, jin û ciwan hişyar kirin. Di wan rewşên tecrîdê ya zindanê de niha hemû cîhan Leyla Guven, Nasir Yagiz bihîst, ew jî bi vê dizanin. Bi vê çarçoweyê slavên xwe jî dişînin. Tê dîtin ku coşiyeke mezin dijîn. Divê ev têkoşîn zêdetir were berbelavkirin. Divê were domdarkirin. Ne wiha hin rojan, ne çalakiyên demdemî, êdî li her deverê, divê çalakiyên domdar werin kirin. Divê zêdetir werin berbelavkirin. Divê em her kesî tevbigerînin. Nexasim hin derdorên navneteweyî, mirovên zanyar helwesta xwe nîşan dan. Hunermend û rewşenbîr dikevin dewrê. Ev hêja ye. Ez van hemûyan slav dikim. Li ser navê partiya me ji ber vê hewldana wan malavayiyê li wan dikim, serketinê dixwazim. Bi peywirê radibin, em hay ji vê hene. Ez jî peywira mirovbûnê, demokratbûnê bi cih înin, divê zêdetir jî bicih bînin. Divê mirov biçe cem van hemû derdoran. Divê em her deverê tevbigerînin. Mazlûm Dogan digot, ‘Divê dengê me yê gur ê berxwedêr bigihije her deverê’ niha jî Leyla Guven dibêje, ”Divê ev berxwedana me bigihije her deverê. Divê bi rastî jî bigihe her deverê. Divê ji her kesî re were gotin, baş were nîqaşkirin û veguhere ser berxwedaniyeke geştir. Ev berxwedanî serfiraziyê tîne. Biçûk dest pê kir, têkel dibe, mezin dibe, no dibe û wê bigihije encamê. Ango di şexsê vê tecrîdê de wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Ev teqez e. Li Enqere û Stenbonlê, li xaka Tirkiyê wê deng ji Dewlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan bibire, dawiya wan tê. Divê ev baş were dîtin.”
‘BERXWEDÊR NIRXÊN ME YÊN HERÎ MEZIN IN’
Li ser giringiya berxwedanê Kalkan got, “Berxwedana jiyan e, bûyin e. Ozan çi got? ‘Berxwedana e ya ku rih dide te’. Li Amedê Mazlûm Dogan ê ku li ber xwe dida çi got? Got, ‘Berxwedan jiyan e’. Got, ‘Teslîmbûn dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê’. Got, ”Pasîfîzm hildiweşîne, berxwedan geş dike’. Leyla Guven got, ‘Berxwedan bûyin e, jiyan e’. Ji bo vê jî mirovên ku li ber xwe didin, nirxên me yên herî mezin in. Bi berxwedanê hatin vê qonaxê, niha bûne nirxên mezin ên têkoşîna azadiyê, ya gelê Kurd, ya doza demokrasiyê. Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li Strasboûrgê, Gallerê, bi sedan berxwedêrên li zindanê, hêzên gerîla ku li her deverê li çiyaan li dijî êrîşên faşîst li ber xwe didin, bi rastî jî dibine nirxên herî mezin. Nirxên me ev in. Divê mirov ji vê qut nebe. Berxwedan geş dike, pasîfîzm dirûxîne. Ji bo vê jî ya ku me heyî dike, dide jiyîn, nirxên berxwedanê ne.
Em ê wiha li encamên berxwedanê, li rastiya berxwedanê xwedî derkevin. Divê mirov şaş nabe. Divê li ser vê bingehê helwesteke rast were nîşandan. Heke wiha be em ê encamê bistînin.”
‘EV BERXWEDANA SERFIRZIYÊ YE’
Kalkan wiha domand, “Em di berxwedaneke giştî de ne, ev berxwedana serfiraziyê ye, berxwedaneke giştî ye. Domdar e, ne qut e û parçeyî ye. Em ê geş bikin, bi teqezî bi paş ve nemînin. Israra Leyla Guven rast te. Her kes jî dibêje, ‘biryara me hemûyan e’. Wan dest pê kir, ya ku li me dikeve em xwedî derkevin, bibin layiq û tişta hewce bikin.”
‘YEKÎTÎ ESAS E’
Li ser êrîşên li ser Efrînê, gefa li ser yekîtiya neteweyî û helwesta prtiyên Kurd ên li çar parçeyan Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan got, “Berxwedan esas e. Rojava li ber xwe dide. Jixwe me diyar kiribû ku divê li ber xwe bide. Divê hêzên xwe têra xwe geş bikin, pratîk bikin û bi kar bînin. Divê bibin yek. Yekîtî esas e. Rojava banga yekîtiyê li hin partiyan kir Hin derdor çûn. Li nav Tirkiye jî hin dibêjin, ‘Em birayên xwe yên Kurd li Efrînê bi cih dikin’ lê wek ku ne wiha ye. Wiha li cem wan gelek hêz tine. Bakur bi sedema hilbijartinê yekîtiya Kurdistanî ava kir. Em vê hêja dibînin.”
‘PARTIYÊN KURD BI YEKÎTİYA DEMOKRATÎK DIKARIN GEŞ BIBIN’
Kalkan li ser siyaseta Başûr jî got, “Li Başûr hin problemên ji ber PDK-YNK’ê hene. Ev ne hewlesteke rast e. Me rexne li vê anî. Ji hişmendiya şaş tê. Bi rastî jî dibe rewşa ku mirov bivir li lingê xwe bide. Me li ser helwesta PDK û YNK’ê wiha got. Me xwest ku hewlesta xwe diyar bikin. Ji ber ku gelê Başûr destek da berxwedana Efrînê. Mînak niha qadeke wiha ye ku bi rengekî xurt dikare tevlî pêngava ’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ a Bakur bibin lê ji ber helwesta şaş a PDK-YNK’ê wiha nabe. Me xwest ku dev ji vê biqerin. A rast ev e: Partiyên Kurd di nav yekîtiya demokratîk de dikarin geş bibin, divê yekîtiya demokratîk bibe.
‘ŞEHÎDÊN DÊRALÛKÊ BI HURMET BI BÎR TÎNIM’
PKK her ku geş dibe PDK-YNK geş dibe, fikra ‘PKK bi paş ve biçe ez ê geş bibim’ şaşiyeke mezin e. Ew jî dizanin ku ne wiha ye, her kes jî pê dizane. Ji ber berjewendiyên biçûk û hinek zehmetiyan divê nekvin nav helwesteke wiha. Mînak TC her devera Başûrê Kudistanê bombe dike. Duh jî li Dêralûkê li gundê Reşawa daye, du sivîl şehîd bûne, wina hene. Ez şehîdan bi hurmet bi bîr tînim. Gelek rêxistinan daxuyanî dan. Daxuyanî rast in, lê divê zelal bin û bibin xwedî helwesteke biryarar. Ti heqê wan tine. Her roj li civakê dixe. Ên hinekî welatparêz, hinekî gelparêz, mirovhez vê helwestê qebûl nakin. Siyaseta Kurd heta ku ji vê re bibêje ‘erê’, li ser civakê ti qedrê wê namîne, otorîteya wê namîne. Divê ne wiha be. Kes ne mecbûrî vê ye. Ji bo vê jî bi rastî jî divê li dij vê derkevin.
‘PÊDIVÎ BI YEKÎTIYEKE RASTÎN HEYE’
Kalkan got, “Rêxistinên Başûr dibêjin, ‘cihên din jî em dizanin’ temam, Tirkiyê jî em dizanin. Bila hinekî li me guhdar bikin. Nnikarin bişopînin. Çapemeniya Tirk duh nîqaş dikir. Di hevdîtinên bi Rûsya re nîqaş kirine. Xwedêgiravî nîqaş dikin ku Minbicê ji dest QSD’ê an jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bistînin. PDK-YNK bila vê bibihîsin. TC bê nîqaş dibêje, ‘ew nabin” û red dike. Tayyîp Erdogan dibêje,”em fersendê bibînin em ê statûya Başûr biguherînin”. Pêşî Tayyîp Erdogan li dijî referandûma PDK’ê ya 2017’an derket. Ev rastîyek e. Ji bo vê jî divê em rastiyan bibînin. Pêdiviya her kesî bi yekîtiyeke rastîn heye.
‘KU YEKÎTÎ ÇÊBIBE WÊ HER KES MECBÛRÎ KURDAN BE’
Bi taybetî li ser bîranîna şehîdên Rewşawa, li ser navê PKK’ê ez bang li hemû rêxistinên berdest dikim ku hevgirtî bin, bibin yek. Berê çi bûbe em li deverekê bihêlin, li di van şertên berdest de ,em dikarin yekîtiyeke demokratîk ava bikin ku tim bi partiyê, bi rêxistinê bi dest ve bînin. Ev zemîn heye, rewş guncan e. Ti kes nikare tiştekî bibêje, berevajî Kurd heke yekîtiyeke wiha deynin holê, hêza mezin deynin holê, her kes wê bixwaze têkiliyê bi wan re deyne, tifaqê bi wan re çêbike, wê mecbûrî vê bibin. Ji bo vê jî yekîtî girîng e. Ez banga avakirina yekîtiyê dikim. Ji bo Rojava jî, ji bo parçeyên din jî pêdivî bi yekîtiyeke wiha heye.
‘JI BO EFRÎNÊ MIROV NAAXIVE, MIROV ŞER DIKE’
Ji bo Rojava, bi taybetî ji bo Efrînê min gotibû, ”Ji bo Efrînê mirov naaxive. Ji bo Efrînê mirov şer dike”. Li Efrînê gotin qediyaye. Bêmaneye ku hê jî were gotin, ”Em ê li Efrînê çi bikin, li Efrînê wê çi bibe”. Divê ti hêzeke Kurd, ti welatparêzê Kurd wiha tevnegere. Gotin li ser Efrînê nabe, mirov şerê rizgariya Efrînê dide. Ez şehîdan bi hurmet bi bîr tînim. Şeranan slav dikim, serkeftinên mezin ji bo wan dixwazim. Ji bo rizgariya Efrînê kî şer bike, şoreşger ew e, welatparêzê rastîn ew e. Yê ku rizgariya Kurdistanê fêhm kirî û tevlê bûyî bi teqezî ew e. Nêzîkatiyek heye. Rêxistiniyên nû yên pir cuda derdikevin, têkoşîn geş dibe. Em bala xwe didin ser van û girîngiyê diidnê. Destpêka van geşedanan me gotibû, Efrîn dibû ku ji faşîzmê re bibe goristan, hê jî dibe. Ji bo Efrînê mirov naaxive, mirov şer dike.”
‘RÛSYA TIŞTA KU JI KURDAN DIXWAZE DIVÊ VEKIRÎ JI KURDAN RE BIBÊJE’
Kalkan li ser nêzîkatiya Rûsyayê got, “Ez dikarim li ser Rûsyayê wiha bibêjim: Rûsya her çi ji Kurdan dixwaze divê bi rengekî vekirî û zelal bibeje. Ji Kurdên Rojava her çi dixwaze divê ji Kurdên Rojava re bibêje, divê di ser Tirkiyê re neaxive. Ev ne rast e. Divê Tirkiyê bi kar neyîne, destek nediyê û mîna gefekê hewl dide ku eyarekê bide Kurdan. Ev ne hewlesteke rast e. Ne helwesteke rasteqîn e.
”MITEBEQATA EDENE MITEBEQATA KOMPLOYÊ YE’
Li hêla din, di çapemeniyê de derket ku hevdîtinên di navbeyna Rêveberiya Bakurêrojhilat ê Sûriyê û Esad de teşwîq dike, xwedêgiravî heyeta Rûsya di hevdîtinan de ev gotiye lê hema li pey jî Mitebeqata Edene aniye rojevê. Mitebeqata Edene mitebeqata komploya navdewletî ye. Rûsya ji qral zêdetir qralparêziyê dike? Ji hêlekê ve bi Kurdên azadîxwaz re rûdine, xwedêgiravî rûniştina wan a bi rêveberiya Esad re teşqîw dike, li hêla din jî bi Tirkiyê re Mitebeqata Edene tîne rojevê. Ev du rewş li hev nayên. Divê Rûsya cidî be. Divê baldar be, me nirxek dayê, li Rojhilata Navîn em ne li dij in ku li qadên din jî hêzek be. Lê ne rast e ku wiha li pey berjewendiyên erzan be, her kesî bera hev bide û ji vê sûd werbigire.”
‘MITEBEQATA EDENE SÛRIYE ANÎ VÊ REWŞÊ’
Mitebeqata Edene dibe ku li berjewendiya Rûsyayê were lê divê em ji Rêveberiya Esad bipirsin. Di berjewendiya rêveberiya Esad de ye? Mitebeqata Edeneyê Sûriye anî vê rewşê. Ji dewleta Sûriyê ya ku serwerî Sûriyê bû tiştek nema. Ev çima wiha bû? Di encama Mitebeqata Edene de wiha bû. Bûyerên li ser Mitebeqata Edene hatin rêvebirin, geşedan, Rêveberiya Esad anî ber rewşa hilweşînê. Me dît bê ka Sûriye kete çi halî. Mitebeqata Edene wiha lê kir. Divê vê bibîne û fêhm bike. Heke vê fêhm neke rêveberiya Esad kor e, ji siyasetê tiştekî fêhm nake. Lê ez dibêm fêhm kiriye. Rêveberiyê Sûriyê biaqil in, li Şamê ne hêsan e ku mirov siyastê bike. Ji dîrokî ve navendeke rêveberiyê ye.
Rêveberên Sûriyê yên berdest jî wiha. Hîn bûn û fêhm kirin ku ya ku bi serê wan hatiye ji ber Mitebeqata Edene ye, ji ber têkiliyên wan ên bi TC’yê re ne. Têkiliya wan a bi Kurdan çi xirabî li wan kiriye? 98’an dema ku ji Rêber Apo re gotin, ‘ji welatê me derkeve’ derket. Lê heta ku Rêbertî derketî jî Sûriyê bihêz kir an anî vê rewşê? Piştre li ser zemîna Mitebeqata Edeneyê bi Tirkiyê re li hev kirin û Sûriye kete vî halî. Ev rewşeke berbiçav e. Ji ber ku Sûriye ketiye vê rewşê dibe ku Rûsya xurt bûbe, dibe ku di ser Sûriyê re Rûsya karîgeriya xwe zêde kiribe û dikare tiştekî wiha bîne rojevê.
‘DIXWAZIN ZEMÎNA HEVDÎTINA ERDOGAN Û ESAD ÇÊBIKIN’
Lê em bawer nakin ku rêveberên Sûriyê vê qebûl bikin û dîsa li wê mitebeqatê vegerin. Her wiha, di ser re 20 sal çûne. War ew war e lê ne ew bihar e. Li Sûriyê ev 8 sal in şer heye, ji hev ket. Sûriye ji diqûm ketiye, bi fiîlî bûye sê parçe. Niha ev rewş û rewşa ku dema Mitebeqata Edene hatî danîn naşibe hev. Ji bo vê jî hewl didin tiştekî ku qediyayî ji nû ve zindî bikin. Em nizanin bê ka Rûsya çi qasî vê dixwaze, lê Tirkiye vê dixwaze. Li Tirkiyê jî çapemenî dixwaze zemîna vê çêbike. Ji bo ku Tayyîp Erdogan bi rêveberiya Esad re rûne vê dike. Ji ber ku hingî dijûn li hev kirin û hev kem kirin, ji bo ku fetlekê bidin xwe hewl didin ku zemîna vê çêbikin. Lê ez bawer nkiam ku bandorê li rêveberiya Sûriyê bike, ji ber ku wê biaqil tevbigerin, ew pêvajo qediyan. Naveroka Mitebeqata Edene nemaye.”
‘MITEBEQATA EDENE TÊ MANEYA ŞER Û EV Ê JI BO SÛRIYÊ BIBE BOBELAT’
Kalkan bi berdewamî têkilî Mitebeqata Edene got, ”Mitebeqata Edene tê maneya şerekî mîna şerê beriya bi 8 salan dîsa dest pê bike, ev jî di serî de ji bo rêberiyê, ji bo Sûriyê wê bibe bobelat. Em bawer nakin wiha bibe. Em dibêjin, divê tevgereke wiha nebe. Zemîna vê heye. Nexasim li rojhilatê Firatê têkiliyên Kurd û Ereban pir baş bûne. Bi gelên din re pergaleke demokratîk derkete holê. Ev jî nîşan dide bê ka ev çawa nêzî hev dike. Li holê ye ku çi qasî hêzê bi xwe re tîne. Em hêvî dikin hemû hêzên Ereb, êl, partî, rêveberiya berdest vê bibîne.”
‘QSD JÎ DIKARE LI STENBOLÊ, ENQERÊ BIXE, DIVÊ EV WIHA WERE ZANÎN’
Li ser gefên Tirkiyeyê ku dibêje ew ê êrîşê bînin ser Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî Kalkan got, “Tirkiye dibe ku êrîşê bîne? Belê, dikare bîne. Têkilyên Rûsya, Emerîkayê, Ewopayê, Îranê, provakasyonên TC’ê tim bandora şer dike. Şer ne ji avaniya navxwe ya Sûriyê pêk tê. Nakokî û şerên bi asta global û herêmî tim ser Sûriyê re dimeşin. Ez dibêm qey rêveberên Sûriyê vê dibînin. Yên ku li Sûriyê polîtîkayê dikin vê baş dibînin. Bi vê çarçoweyê TC li hundir asê bûye, ji hêla pêngava şoreşger ve, civakê ve, wê di hilbijartinan de bi ser nekevin, berê civakê didin derve. Bi geşkrina gotibên şowen, nîjatperest, milliyetgir dixwazin di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de bi ser bikevin. Ji bo vê li fersendan digerin. Heke Rûsya, Îran, Emerîka çav bidinê, destekê ji wan bibîne wê êrîşê bîne. Ev zelal e. Niha jî êrîşê tîne, topan davêje. Li sînor dixe, li hundir dixe. Ev rewş wî heqî tîne ku QSD jî li Tirkiyê bixe. Bi çekên destên xwe dikare li Stenbolê bixe, dikare li Enqerê jî bixe, divê ev wiha were zanîn. Ê ku lêdixe divê zanibe yê pêşber jî dikare li wan bixe. TC jixwe bi pozîsyona şerekî fiîlî ye.”
”DIVÊ RÛSYA NEDE PEY DÛVÊ AKP-MHP YA MÊTINGER Û QIRKER”
Kalkan li ser nêzîkatiya Rûsyayê got, “Rûsya pir bi keysperestî tevdigere. Karê taloke dike. Divê ne wiha be. Rûsya li ser vê zemînê bi pêş nakeve. Li Behra Spî hêzeke wê ya diyar heye, lê heke xwe bide pişt TC’ê, bi TC’ê re hewl bide tiştekî bike wê bibe hevkarê sûcê qirkirina Kurdan. Îro AKP-MHP xwedî hişmendî û siyaseta mêtinger, qirker e. Heke Pûtîn bi rêveberiya TC’ê re wê kar bike, wê demê wê bide pey dûvê rêveberiya AKP-MHP’ê.”
Kalkan bi domdarî got heke destûrê nedin Tirkiyê faşîzma AKP-MHP’ê fersenda êrîşê nabîne, heta niha jî nedîtiye, dibêjin, “fersendê bidin me, îmkanê bidin me” û xwe davêjin ber piyê her kesî. Heta niha ev fersend nedîtine. Lê rewşeke şemîtonkî heye. Heta niha her tiştê Tirkiyê dane ber bazarê. Ji bo vê hatine ber rewşa ku Tirkîtiyê biqedînin.”
‘DIVÊ GEL HEV NAS BIKIN, JIYANA HEVPAR QEBÛL BIKIN’
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan got meseleya li Sûriyê, ji bo hêzên derve “meseleya vîn, hêz û serweriyê ye” heta niha vîneke ku li ser çareseriya Sûriyê li hev bikin derneketiye û got, ”Li Rojhilatê Firatê vînek heye. Xetek heye. Projeyeke çareseriyê heye. Em vê dibînin. Pergalek jî tê avakirin.”
Kalkan ji bo çareseriyek li Sûriyê derkeve holê bang li rewşenbîr, siyasetmedarên Sûriyê kir û got, “Divê rêxistiniya civaka Sûriyê were kirin. Peywirkee giran dikeve ser rewşenbîr, siyasetmedarên Sûriyê. Derdorên bi rastî jî welatparêz û demokrat divê derkevin pêş. Divê gel baş hev binasin. Divê jiyana hevpar qebûl bikin. An na ji derve mîna cinawiran êrîşê tînin, tiştekî nahêlin. Bi destwerdana derveyî civaka Sûriyê êşeke mezin dît. Divê fersendê nedin vê.” Kalkan wiha domand ”Mînak heta ku TC’yê bi paş ve neyê xistin li Sûriyê tiştek nabe. Her wiha hêzeke herêmî Îran li wir karîger e. Destwerdanên derveyî zêde ne. DYE got, ’em vedkişin’ me got, ”hemû hêzên herêmî û global derkevin, tenê hêzên xwecih bimînin dikarin çareseriyeke baştir bibînin. Em hê jî bi vê fikrê ne. A bixêr ev e.”
‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ZORÊ LI DIJMIN DIKE’
Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan herî dawî li ser grevên birçîbûnê diyar kir, “grevên birçîbûnê, ji bo pêngava me ya berdeste bi cihekî girîng e. Têra xwe karîger bûye. Çareseriyê ferz dike. Her ku diçe berbeçav dibe. Ya ku di çapemeniyê de dertê tenê grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger in. Grevên birçîbûnê yên bêdawî li zindanan û derve bi qasî ku em dizanin zêdetir in. Divê bêhtir berbelav bibin û bibin girseyî. Li dora grevên birçîbûnê divê çalakiyên girseyî zêdetir bibin û bi vê çarçoweyê xwedî lê were derketin.”
Kalkan bi domdarî got, grevên birçîbûnê têra xwe karîger in, teqez e ku zorê li dijmin dikin û got, “Lê divê mirov nekeve wê fikrê ku wê bi hêsanî çareserî were dîtin. Divê mirov rastiya dijmin baş bibîne, ji bo serketinê çi qasî hewceyî bi wêrekî û fedekariyê heye divê ev were dîtin. Em di her têkoşînê de berdêlan didin. Diyar e wê têkoşîneke wiha jî berdêlan bistîne. Em tevger û gel ji berdeldanê xwe nadin paş, em ji vê re vekirî ne û hazir in. Em hemû ji serî de ketin têkoşîneke wiha. Ên ku biryar li ser têkoşînê dan û dest bi grevên birçîbûnê kirin hê destpêkê gotin, ’em li ser vê xetê ne. Helwesta rast ev e. Divê her kes wiha nêzîktêdayinê lê bike.”
Kalkan got, “Ev tê dîtin. Niha insiyatîv, pêngava berxwedanê ya, ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’. Însyatîv bi teqezî di vê pêngavê de ye. Heke faşîzma AKP-MHP’ê hê nikaribe êrîşê bîne ser Rojava, heke gelek hêz tinazê xwe pê dike, ev bi encama vê berxwedanê ye.”