Li taxên Kaynartepe û 5 nîsanê yên navçeya Rezan kesên ji Pakistan, Afganistan û Îranê hatine bi cih bûne, di bin navê “cihatê” de xwe bi rêxistin dikin.
AMED- Derket holê ku kesên ji Pakîstan, Afganîstan û Îranê hatine li hin mizgeftên taxên Kaynartepe û 5 nîsanê yên navçeya Rezan bicih bûne û di bin navê “cihatê” de xwe bi rêxistin dikin.
Komên navborî bi taybeti bi ciwanên taxê re sohbetê dikin û hewl didin ka wan tev li cîhanê bikin. Komên navborî li taxa 5 Nisanê li mescîda Errahman a kolana 873’an û Mizgefta Kuba ya taxa Kaynartepeyê piştî nimêja eşa dest bi xebatên rêxistinbûnê dikin. Komên navborî ciwanan li mizgeftan kom dikin û di bin navê “sohbetê” de ciwanan bi rêxistin dikin. Zextan li ciwanan dikin ku dixwazin bi wan re bixebitin. Kesên li mizgeftan kom bûne di nava rojê de jî li nava esnafan digerin û bi heman rengî karê rêxistinbûnê dimeşînin. Ev hewldanên koman ên li mizgeftan bi wêneyan hat belgekirin.