Girtiyê bi navê Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê; “Ji bo gelê xwe, Rêbertî û Tevgera me em ê li berxwe bidin û em ê ji bo vê berxwedanê ger pêwîst bibe em ê canê xwe jî feda bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda Îmralî ya li girtîgehên Tirk di roja 45’an de ye û her roja diçe tevlîbûna ji bo çalakiyê zêde dibe. Girtî Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê peyama berxwedanê da gel û girtiyên din.
Çalakgerê girtî Zerdeşt Odûncû ji girtîgehê ji bo hemû gelê Kurdistanê silav şand û diyar kir Têkoşîna Azadiya Kurd di pêvajoyekî wiha de ye ku azadiyê bidest bixe.
Odûncû diyar kir ku tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê li tu deran nîne û şert û mercên li Îmralî bi awayekî hovane ye.
Odûncû wiha got; “Îro armanca hemû hevalên ku ketine grevê rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Ji bo azadiya rêbertî bi hemû hêza xwe liberxwe didin. Em ê di vê pêvajoyê de tişta ji destê me were bikin. Di têkoşînê de em bi biryarin. Ji bo gelê xwe, Rêbertî û Tevgera me em ê li berxwe bidin û em ê ji bo vê berxwedanê ger pêwîst bibe em ê canê xwe jî feda bikin.”