Wesayîtên barhilgir dewleta Tirk a dagirker di nava Şêladizê de li ber çavê hemû kesê sewqiyata leşkerî dikin. Di nava Şêladizê de wesayîtên dirêj yên barhilgir ku tank û wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk dirakin hatin dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin dewleta Tirk a dagirker di nava Şêladizê de sewqiyata wesayîtên leşkerî dike. Îro di nava Şêladizê de sewqiyata wesayîtên zirxî hat dîtin. Di wêne de jî xuya dike ku, dewleta Tirk di nava şêladizê de bi vekirî sewqiyata leşkerî dike û ev jî ji bo tirsandina gelê Şêladizê ye.
Li gorî welatiyek yê Şêladizê ku nexwest navê xwe bide got ku ya balkêşe ewe dewleta Tirk dinava Şêladizê bi xwe de, vê sewqiyatê nîşanda. Ev jî ji bo tirsandina xelê Şêladizê dike.