Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Fafînê çalakiya konvedanê ya ku 3 rojan bi dawî kir. Di roja dawiyê de çalakgeran soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşmeya `Bi giyanê girtîgehan serî hildin, tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin`, çalakiya konvedanê dabû destpêkirin. Çalakiyê 3 rojan berdewam kir. Di her sê rojan de bi sedan ciwan û jinên ciwan ji tevahiya gundên û navçeyên Şehbayê tevî meclisên sivîl ên herêmê serdana konê çalakiyê kir. Her wiha senevîzyonên girêdayî berxwedana zîndanan hatin pêşandan.
Îro bi sedan ciwanên Efrînê ji gelek gundên û navçeyên Kantona Şehbayê, endam û rêveberên Meclisa Kantona Şehbayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Êzîdiyan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kantona Şehbayê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk serdana konê çalakiyê kirin.
Çalakî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî wê sinvizyonek tê de axaftinên Leyla Guven girêdayî berxwedana gelê Kurd di girtîgehan hate pêşandan.
Piştre bi navên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sadiq Bekir, Meclisa Kantona Şehbayê Fîdan Osman, Yekîtiya Êzidiyan Rojîn Mûsa, Meclisa Malbatên Şehîdan Egîd Cafer, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kantona Şehbayê Akif Ehmed axivîn.
Axaftvana bal kişandin ser dîroka berxwedanê ya gelê Kurd li dijî hêzên dagirker û hate gotin ku îradeya gel xwe dispêre xwîna şehîdan û fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Kesên axivîne piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anîn ziman û teqez kirin ku berxwedana wan berdewam e ta armancên şehîdan bi cih were.
Piştî bidawîbûna axaftinan endamên Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedan, şanoyek girêdayî şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi taybet ciwanan bi armanca dûrxistina wan ji çanda wan dimeşîne pêşkêş kir.
Çalakî bi sloganên silavkirina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi dawî bû