NAVENDA NÛÇEYAN
Ger bixwazin civakekî ji holê rakin pêşiyê ziman, paşê çanda civakê tine dikin. Ger bi van ve jî tine nekiribin bi operasyonê têgihîştinê dikin alîkarê xwe û ji bo xwe bikartîne. Ji xwe ger kesek xwe bide bikaranîn û ji bo berjewendiyê xwe yê kesayetî gelê xwe, nirxên xwe, zimanê xwe û çanda xwe inkar bike û bibe alîkarê yên li hember nirxên gelê wî/ê şer dikin bizanîbin ku ew tenê kêrî bikaranînê tê. Ji ber ku yê ku îxanetê li gelê xwe dike, dikare bi hêzkirî îxanetê gelekî din bike. Ji bo wê ye ku bawerî pê nayê û dema karê wê/î qediya bi pekandin tê avêtin.
Bi nêzikbûna hilbijartinê ve dema pêşbaziya bernamzeta mêze dikim gelek tiştên min diêşînin dibînim. Tişta ku mirov herî zêde aciz dike, diêşîne yên ku ji bo berjewendiyê kesayetî xwe dibin alîkarê hişmendiya ku gelê wan, nirxên wan, zimanê wan, çanda wan, zimanê wan nahesibînin û her roj wan dikujin.
Şeqşeqkerê AKP’ê di vê hilbijartinê de jî ketine pêşbaziyê. Gelekê wan bûne namzet gelek jî li derve man. Yên ku derve man jî gelekî wan paşve kişiyan lê yên ku bûne namzet çend kes hildane li ba xwe û li qadan hunerê xwe nîşan didin. Kevneşopiyeke AKP’ê jî şeqşeqkerê xwe diafirîne. Erdogan bi afirandina şeqşeqkerê xwe li îktîdarê de sekinî. Namzetê wî jî her hal ji bo hebûna xwe şeqşeqkerê xwe diafîrînin. Kevneşopiya şeqşeqkeriyê di vê hilbijartinê de jî didome.
Yên ku kêrî gelê xwe nayên mehkûmê bikaranînê ne
Yên ku kêrî gelê xwe nayên mehkûmê bikaranînê ne. Wek li jorê jî min got yên ji bo bikaranînê guncav in tên bikaranîn û paşê tên avêtine zibildank a dîrokê.
Yên ku gelê Kurd nahesibîne, dikuje, her roj bombeyan li ser ciwanê Kurd dibarîne, têrê nake goristana talan dike, bi operasyonê komkujiyê siyasî xebatkarê HDP’ê girtîgeha tije dike, hemû kesê li dijberê xwe tine dihesibîne, li hember berxwederên Kurd bikaranîna tank, top û balafirên şer tu ihtîrazê nabîne û li ser komkujiya gelê Kurd xwe dide jiyan kirin. Ezê behsa yên ku li ba vê hişmendiyê disekinin bikim.
We çi zû şervanê azadiyê yê ku ji bo azadiya gelê xwe bêteredût canê xwe dan ji bîr kirin. Hêj xwîna wan ziwa nebû. Bi aliyê bomberanê balafirên hişmendiya ku hûn li ba wan disekinin laşê wan perçe perçe bû. We ew şervanê azadiyê yê delal ji bîr kir? Lê ew jibîr nabin. Ew wek şervanê azadiyê derbasî rûpelê dîrokê bûn. Ji bo jiyanek bi rûmet, ji bo azadiya gelê xwe, ji bo maf ê, ji bo edaletê, ji bo jiyanek azad çavê xwe neqirpandin û bi ken çûne mirinê.
Lê hûn dizanin we çi kir? Yê ku zarokên we, birayên we û xwîşkên we kuştin hûn li ba hişmendiya wan disekinin.
Birayên we nebûn ? Yên ku vê îktîdarê bi bombebarana û avêtina gaz ên bi jehr kuştin. Û zarokên we birayên we nebûn yên laşê wan perçebûyinê nehate nas kirin. Nehîştin cesedê wan bên defin kirin. hûn li ba vê hişmendiyê cih digirin.
Madem wisa ez bi tiştên berbiçav ve bibêjim. 12 îlon 2008’an de li Sêrtê qada Mava balafirên Tirk bi avêtina gazê bi jehr Suleyman Rodî şehîd kirin û cesedê wî nedihate nas kirin. Malbatê bi test a DNA’yê ve cesedê Rodî nas kir. Piştre ji bo defin bikin birin gundê jê dayîkbûye Tekevler’ê. Lê hişmendiya defina wî hezm nekir bi polês û leşkeran ve êrişî gel kir û wêneyê destê gel hildan. Yên ku wan rojan bibîr dikin hene niha.
Bi rûkenî û birûmet çûne mirinê
Şehîd Suleyman, çeka birayê xwe, têkoşîna wi ya jiyana bi rûmet û navê erdê nehîşt û berê xwe da qadên azad. Birayê wî Hayrettîn Aslan (Suleyman Rodî) dema zanîngeha Dîcle’yê dixwend berê dabû qadên azad. Necîp Arslan(Sîpan), Erdal Arslan(Mervan) jî bi wî re berê xwe zivirandibûn qadên azad. Çûn ji bo jiyanek bi rûmet çûn. Li herêma Xerzan de bi aliyê bombebarana balafirên dewleta Tirk şehîd ketin. Piştî wan Vacettîn Arslan, di rêya birayê xwe, biraziyê xwe, apê xwe, meşiya û berê xwe da qadên azad. 2008’an de li Mava’yê şehîd ket.
Hîn xilas nebû, jineke berxwedêr Şîlan Kılıç (Sara Gulan) 2013’an de dema zanîngeha Înonu’yê dixwen berê xwe da qadên azad. Sara’yê di rêya Suleyman, Mervan, Sîpan de bi ken û berxwedan a jina azad ve meşiya bû qadan. Berxwedan û têkoşînê ji wan hîn bibû. Dizanibû îxanet mirin bû. Berê xwe da qada Botanê û ji bo xeyalên gelê bîne cih sond xwari bû. Rihê Botanê berxwedêr dizanibû.
7 Tîrmeh 2018’an de li Faraşînê dewleta Tirkre ketin şer û bi 7 hevalên xwe ve ketin nav refên pakrewana.
Hişmendiya ku te dikuje tu li kêleka wî yî
Rêya Sara, Mervan, Sîpan û Suleyman her dem rêyeke serbilind bû û ji vir şûn de jî wê wisa berdewam bike.
Niha em werin yê ku ji bo berjewendiyê kesayetî li ba kujerê van mirovên baş disekinin û şerm nakin li çavê dayîkê wan mêze dikin. Qaşo Kurd in lê bûne namzetê AKP’ê. Di serî de namzetê AKP’ê yê Êlih’ê navçeya Sason’ê Muzaffer Arslan.
Muzaffer Arslan kî ye? Muzaffer Arslan , kekê Vachettîn Arslan( Ş. Suleyman Rodî) û Hayrettin Arslan (Ş. Suleyman Rodî), Apê Necîp Arslan(Ş. Sîpan Sason), Xalê Erdal Arslan(Ş. Mervan) û Şîlan Kılıç (Sara Gulan) ê ye.
Muzaffer Arslan niha li Sason’ê hişmendiya ku birayên wî, birazî û xarziya wî kuştine re ye. Û ji bo ev hişmendiya kujer dîsa bibe îktîdar şev û roj dixebite.
Ezgi Altun
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê