NAVENDA NÛÇEYAN
Herî zêde pêdiviya misilmanan heye ku, di bîra civakî de wateya “ Xwedê çi ye? ” were niqaşkirinê. Ji ber ku di civaka Îslamê de nebaşî, ji başiyê zêdetir bi navê Xwedê tên kirinê.
Nîqaşên ser mijara “Xwedê heyînek çawa ye?“ ji Emewiyan vir ve tên kirinê û ev jî du baweriyên cuda afirandiye. Ji van ya yekemîn û serdest, baweriya Îslama Desthilatdarê yê ku dibêje “Xwedê di cihekî ezmana ku em nizanin de wek Şahekî rûniştiye” ye. A duyemîn jî, di nava civaka xizan de fikra ku Xwedê wek “Bavekî Dilovan“ e û rizq, rehmet û dadê belav dike ye. Kesên ku xwedî li baweriya serdest derdikevin, bi gotinên “Em nikarin Xwedê nîqaş bikin, em nikarin Xwedê pênase bikin, em nikarin bi mêjiyên mirov ên bisînor ve Xwedê fêhm bikin û hwd.“ ve jî dixwazin di fêhmkirin û naskirina Xwedê de pêşiya riyên alternatîf bigrin. Ji ber vê jî kesên ku dij-Îslama Desthilatdarê bûne hatine darizandin, hatine tekfîrkirin û çermên wan hatin jêkirin. Ango xwediyên dewlet û desthilatdariyê, bi fikrên ku ser “Naveroka Xwedê“ pêşxistin re dijberên xwe yên siyasî bêbandor dikin. Bi vî awayî sikûma “Xwedayê Serdest“, dikeve bin qontrola xwediyên baweriya serdest. Rêvebirên Dewleta Îslamî, hêza desthilatdariyê, bi sikûmên Xwedê re vedigotin û bi vî awayî jî rêveberiyên xwe rewa didan nîşandan û ji her nebaşiyên xwe re jî kewdankên olî didîtin.
Ji Emewiyan vir ve xelîfe, Şah û Melîkên Îslama Desthilatdar, her karên ku kirine, girêdidan zagona “Destûra Xwedê“ û bi vî awayî jî riya ku hêsanker û rewaker dîtîbûn. Ev zagonê jî, damezrinêrê dewleta Emewiyan Muaviye b. Ebû Sufyan dîtiye. Wî digot “ Ez bi destûra Xwedê mîrê we bûm. Heke Xwedê destûr nedaba, min nikaribû vî karî bikira“. Ji vê gotinê re Ebû Sufyan, ji xelîfe, şah û melîkên ku ji Ebû Sufyan şûnde bên re riya rewakeriyê pêşkêş kir. Ev zagon, pir an jî kêm, ji her serekê Dewleta Îslamî re bû bingeh. Wan “ji ber ku Xwedê xwestiye û guncan dîtiye“ serekiyê dikirin. Nesîb û qeder! Serkeftinên wan bi alikariya Xwedê, têkçûyînên wan jî ji ber ku xwestekên Xwedê bi cih neanîne çêdibûn. Felsefeya rêveberiyê û siyasetê ya Îslama Desthilatdar wisa hatiye avakirin. Ji ber vê felsefeyê, Xelîfeyên ên dawîn, ango şahên Osmaniyan jî xwe wek Zillullah (Siya Xwedê) bi nav dikirin.
Li dewsa şêwaza dewleta feodal, netew-dewlet ên ku qaşo hîn sekuler-layîq hatin. Ji ber vê jî di dewletên Îslamê de pênasekirina “serekiyê“ jî hat guherandin. Di heyama netew-dewletan de jî zagona rewaker “nûnerbûna vîna gel“ e. Ji ber vê jî di dewletên Îslamî de nakokiya “Zillullah“ û “vîna gel“ dest pê kir. Ango, kesên ku dewletê bi rêve dibin, çawa û bi kîjan sikûman ve Xwedayê wek hêza hêsanker bidin nîşandan û çawa “jê alîkariyê bixwazin“ nizanibûn. Ji ber ku ji bo desthilatdariyê tunehesibandina Xwedayê ne mimkun e, “yên layîq“ kêm, “yên oldar“ jî hîn zêde wê bi kar tînin.
Pirsgirêka rewakirina netew-dewletan hê jî berdewam dike. Cîhadîstên Selefî û kesên ku di xêza Îhvanê de ne, ji ber van pirsgirêkan demokrasiyê weke dijmin dibînin. Kevneşopiya bi hezar salanî y’a desthilatdariyên ku “Destûr û Pesna Xwedayê“ bi kar tînin hene. Bi vê “pesnê“ rêvebirin hêsan e. Kêfiyeta desthilatdariyê hîn zêde ye. Zagona “nûnerên vîna gel“, kêm be jî ji serdestan rehmet, rizq, û dadmendiya Xwedayê bixwaze. Ev bendewarî, bi berjewendî û serdestiyên desthilatdariyê re bi nakok e. Di navbera wan de aheng bi hêsanî nayê pêkanîn. Ji ber ku, heke li siyasetê “rehmet, dadî û dilovanî“ serdest bibe, wê çaxê serdestan berjewendiyên xwe yê nîvî wê wenda bikin. Ji ber vê jî rêvebirên dewletên Îslamî, ji salên 1750î vir ve li ser pirsa “Erka rêveberiyê çawa pênase bikin?“ difikirin. Xuyaye ku dewletên Îslamî, heya vir ve vê pirsgirêkê, bi dîktatoran ve xwestine çareser bikin.
Di dewletên Îslamî de, ev di 200 sal ya dawiyê de gelek dîktator, bi “Destûr û Pesna Xwedayê“ re hatine ser kar. Hûnerek mezin dixwaze ku dîktatorek, karên xwe bi “Destûr û Pesna Xwedayê“ ve bike. Heke hûnera wî tunebe, li benda “Ferîşteyên Xwedayê“ bimînin. Dîktatorek bihûner wisa ye; ew, gel wisa motîve dike û Xwedayê wisa pênase dike ku dema gel wîjdan û guhên xwe bigre, di wî dîktatorî de Xwedayê bibîne. Yên bêhûner jî, ango “dîktatorên teral“ jî, ji bo alîkariyê gazî ferîşteyên Xwedayê bike û karên xwe jî bi “guncandîtina Xwedayê“ ve dewrê polîs, leşker û îstîxbaratên xwe bike. Saddam û şahê Îranê, kesên ku bi “ferîşteyan“ re dixebitîn bûn. Dewletên Ereban, di sedsala dawiyê de bi hêza “ferîşteyên Xwedayê“ re tên rêvebirîn.
Kevneşopiya desthilatdariya Tirk jî, li Rojhilata Navînê riyek sosret şopand. Desthilatdariyên Tirk, ewilî ji bo serdestên Ereb û Faris, peywira “ferîşteyên Xwedayê“ bi cih anîn. Bi teybetî jî Dewleta Selçûkiyan, peywira “ferîşteyên cezaker û serdestkirinê“ ya xelîfeyên Ereb bi cih anîn. Osmaniyan jî, bi teybetî jî ji sala 1453an vir ve zêdeyî bi felsefeya “Destûr û Pesna Xwedayê“, pir kêm jî bi felsefeya “Xwedayê dilovan û dadmend“ bi kar anîne û dewlet birêvebirine.
Di dema Komara Tirkiyeyê de jî rewşek hîn kaotîk derket holê. Bi gotina vîna gel, rêgeza Muaviye yê ku digot “Destûr û Pesna Xwedayê“, bi gotina “Destûr û Pesna Xwedayê“ jî gotina “vîna gel“, ji bo berjewendiyên desthilatdariyê hat bikaranîn. Her çiqas dibêjin “em dewletek layîq in“ jî avakirina Diyanetê nîşaneya vê aloziyê ye.
Şêwaza bikaranîna Xwedayê ya di kevneşopiya desthilatdariya Tirk de, bi AKPê re hîn dijwartir bû. Di heyama komarê de, kesê ku herî zêde û herî şarezayî Xwedayê bi kar tîne, Erdogan û AKP ye. Di serekiyê Erdogan de, li Tirkiyeyê, Xwedê, tenê ne “Şahekî li ser ezmana” ye. Hişmendiya wek “Xwedê daketiye rûyê erdê“ heye. Hegel, bi sedsalan berî, Napolyonê, wek “Xwedayê ku li ser rûyê erdê dimeşe“ pênase kiribû; îro jî di nava kevneşopiya desthilatdariya Tirk û çanda Îslamî de dixwazin vî tiştî pêk bînin. Dewleta Tirk, xwe wek dewletek modern dide nasîn. Dewleta modern, netew-dewlet e. Carl Schmitt, di destpêka salên 1900iyan de tespît kiribû ku têgehên siyasî ku ji aliyê netew-dewletan ve tên bikaranîn, çavkaniyên van ol e û ji bo vî jî pirtûka xwe y’a bi navê “Îlehiyata Siyasal“ nivîsî. Ango di heyama Erdogan û AKPê de, Dewleta Tirk a “modern“, hîn zêde xwe sipartiye Xwedê û têgehên siyasî jî bi wateyên wan ên olî ve bi kar tîne. Heke em di serî de axaftinên Erdogan û hemû axaftinên AKPiyan binêrin, vê rastiyê bi hêsanî dikarin bibînin.
Mehmet Goren
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê