Çalakiya Leyla Guven ya grava birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan bû îradeya hemû çalakvanên di girtîgehan de ketine grava birçîbûnê.
Amed- Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecîrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi gereva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir û çalakiya wê îro di roja 84’emîn de berdewam dike. di 25’ê Çileyê de Leyla Guven hat tahliyekirin piştî ku hat tahliyekirin Leyla li mala xwe grava xwe berdewam kir. lê belê dewleta Tirk a dagirker dîsa jî dijminatiya xwe berdewm dike, 24 seat mala Leyla Guven dibin dorpêçkirina polîsan de ye.
Piştî ku Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan dest bi grava birçîbûnê, bi sedan kesên ku cihê xwe di girtîgehan de digrin dest bi gravê birçîbûnê kirin di girtîgehan de, bi armanca pişgiriya çalakiya Leyla Guven.