Di xwepêşandana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de, li Dihokê zêdetirî 50 kesan ji aliyê asayîşa Dikokê ve hatin binçavkirin, heta niha tenê 12 kes hatine berdan û çarenûsan nêzî 40 çalakger, rojnameger û welatiyan nediyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Dihokê jî di 28’ê Çile de gelek kesan xwestin li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyê lidar bixin. Lê hêzên asayîşa Dihokê asteng kirin û çend kes hatin binçavkirin. Bi giştî ji ber xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê li Dihokê zêdeyî 50 kesan hatin binçavkirin. Herwiha li Şêladizê, Dêrelok û Sîrê jî rojnameger jî di nav de bi dehan kes hatine binçavkirin.
Heta niha ti daneyên fermî nînin ku ka çend kesên hatine binçavkirin hatine berdan, lê heta niha tenê ji kesên hatine binçavkirin 12 kes hatine berdan, çarenûsa nêzî 40 kesî nediyar e û li girtîgehan in.
Rojnameger Şêrwan Şîrwanî, rojnameger Dilovan Zêbarî, çalakger Takur Zerdeştî, Rêkan Reşîd, Bedel Berwarî û Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) yê herêma Behdînan Mela Emîn Oremarî nehatine berdan.