Asayîşa Silêmaniyê rê nade Eniya Nîştimanî ya ku li dijî dagirkeriyê ji bo piştgiriya serhildana gelê Şeladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyê bide.
NAVENDA NÛÇEYAN- Asayîşa Silêmaniyê rê nade Eniya Nîştimanî ya ku li dijî dagirkeriyê ji bo piştgiriya serhildana gelê Şeladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyê bide.
Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeriyê wê îro di saet 11.00’an de li Parka Nalî ya li Silêmaniyê ji bo piştgiriya raperîna Şêladizê ya di 26’ê Çile de, li dijî dewleta Tirk a dagirker daxuyanî bidaya, lê hêzên asayîşa Silêmaniyê dorî parkê girtin û rê neda daxuyanî were dayîn.