Li Ukranya’yê jina ciwan a bi navê Iryna Dvoretska ku xwendekara Faqulteya Tıbê bû ji ber ku pere wî tûne bû ji otobûsê hat daxistin û ji ber sermayê jiyana xwe dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Ukranya’yê jina ciwan a bi navê Iryna Dvoretska ku xwendekara Faqulteya Tıbê bû xwest ku bi otobûsê biçe serdana dayika xwe a ku seqemê girtibû bike. Li gor agahiyên di çapemeniya herêmî de derket jina ciwan dema siwara otobûsê bû berpirsiyarê otobûsê jê heqa rê xwest. Pereye ku 25 Grivna (4,75 TL) bû ji çenteya Iryna derneket.
Li ser vî ajokarê otobûsê jina ciwan di sermaya -20 pîleyê de ji otobûsê di nav gundekî de daxist.
Iryna di rêya gund de meşiya û ji bo xwe zû bigihêjîne dayika xwe ket nav daristanê lê malbata Iryna jê agahî negirt. Cenazeya jina ciwan ji aliyê bavê wê ve di nav daristanê de di nav çalê de hate dîtin.