Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Mihrîban Kiliç di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.
EDENE –Polîsê dagirker di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin, serê sibê avêtin ser mala endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê Mihrîban Kiliç û ew binçav kirin. Hat zanîn ku Kiliç birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.
Hat ragihandin ku Kiliç di çarçoveya operasyona rêveberê HDP’a Edeneyê Mehmet Kiran ê di 28’ê çile de binçav kiribûn de hatiye binçavkirin.