Li gundê Hovit a girêdayî Solaxan a Çewlikê, eskerên dewleta Tirk a dagirker duh bi ser gund de girt. Esker bi helîkoptêran daketin gund û dorpêç kirin.
AMED / ÇEWLIK – Eskerên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundên girêdayî Licê û Solaxanê de girtin. Hat zanîn ku eskeran li gundê Hovit a Solaxanê di 4 saetan de 3 caran li malekê lêgerîn pêk anîne. Li herêma gundê Pêçara Licê ya Amedê di 27’ê çile de operasyona eskerî hatibû destpêkirin û hat ragihandin ku duh bi dawî bûye. Hat zanîn ku di lêgerîna li gundan de 2 welatî hatin binçavkirin.
LI SOLAXANÊ BI SER GUND DE GIRTIN
Li gundê Hovit a girêdayî Solaxan a Çewlikê jî eskeran duh bi ser gund de girt. Esker bi helîkoptêran daketin gund û dorpêç kirin. Bi hêceta “îxbar heye” maleka li 3 malên gund lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku hemû eşyayên malan serûbin kirin e. Piştî lêgerînê esker dîsa bi helîkoptêrê ji gund derketine.
SÊBARE MALA WAN LÊGERÎN KIRIN
Zîhnî Gormez ê li mala wî lêgerîn pêk hat diyar kir: Ku di nava 4 saetan de eskeran 3 caran li mala wî lêgerîn pêk aniye û hemû eşyayê bi ser hev de qelibandine. Gormez da zanîn ku esker li ser fermana dozgeriya Çewlikê hatine bi ser malên wan de girtine û got: “Ev yek zilm e, heke ez welatiyek vî welatî bim, mafên min jî hene. Lê mixabin di vê rewşê de nizanim ez kî ji kî re gilî bikim.”
Hevjîna Gormez, Refîka Gormez jî wiha bertek nîşanî serûbinkirina mala xwe da: “Yên ku vê yekê ji bo me ferz û rewa dibînin ez wan hewaleyî Xwedê dikim.”