Leyla Guven ji CPT re ji bo tecrîdê nameyek şand

Leyla Guven; “Astengiya herî krîtîk jî tecrîda bi salan a li Îmraliyê ye li ya ser Birêz Abdullah Ocalan e ku Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi rola diyarker rabû û ji niha û pê ve jî dikare bi heman rolê rabe.”       

NAVENDA NÛÇEYAN- Leyla Guven name ji serokê CPT Dr. Mykola Gnatovsky re şand, bal kişand ser tecrîda bi salan a li Îmraliyê û ji CPT xwest bi berpirsyariya xwe rabe.

Leyla Guven diyar kir, li Tirkiyeyê astengiyên mezin li pêşiya demokratîkbûn û asayîbûnê hene û wiha dewam kir: “Astengiya herî krîtîk jî tecrîda bi salan a li Îmraliyê ye li ya ser Birêz Abdullah Ocalan e ku Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bi rola diyarker rabû û ji niha û pê ve jî dikare bi heman rolê rabe.”

‘Rêveberiya heyî ne kêmî dîktatoriyê ye’

Leyla Guven nêzîkatiya hikumeta Tirk a li Ocalan weke “êşkenceya tecrîdê ya li dijî qanûnan û hiqûqa gerdûnî” bi nav kir û got, hikumet vê êşkenceyê li nava gelemperiya sîstema siyasî ya Tirkiyeyê belav kiriye, lewma zemîna siyaseta demokratîk gelekî kêm e.

Leyla Guven got, “Hikumeta Tirk rêveberiyeke welê keyfî diafirîne ku ne kêmî dîktatoriyê ye û destûra xwe ya bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nake. Vê hikumetê, min; jineke Kurd, siyasetmedareke ku îradeya sêyemîn mezintirîn partiya li Tirkiyeyê ya 6 milyon deng stendiye, salekê di girtîgehê de hişt.”

‘Ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim’

Leyla Guven wiha dewam kir: “Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan û rakirina sîstema êşkenceyê, 8’ê Mijdarê min li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 79’an a greva birçîbûnê de 25’ê Çileya 2019’an hatim berdan. Mafê Birêz Ocalan e ku ji nava tecrîdê bê derxistin û garantî jê re bê dayin ku karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne. Dixwazim hûn zanibin, heta ku ev yek pêk were ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”

‘Rakirina tecrîdê ne qenciyek e’

Leyla Guven bal kişand ser biryarên pîvanî yên CPT ên li ser tecrîdê û rapora Tirkiyeyê ya di rûniştina dawî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û di çarçoveya van biryar û raporan de got, “Bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan qenciyek nîne, ev yek pêwendiya xwe yekser bi parastina pîvanên bingehîn ên mafên mirovan û serdestiya hiqûqê heye.”

‘Divê CPT bi erk û berpirsyariya xwe rabe’

Leyla Guven ev bang li CPT’yê kir: “Ez pê zanim ku bi navê CPT hûn jî li ser pîvanên ku min li jorê qala wan kir bi rayedarên hikumeta Tirk re didin û distînin. Haya min ji van hewldanên we yên hêja heye. Dixwazim bi taybetî destnîşan bikim; di serî de Girtîgeha Îmraliyê modela rêvebirina girtîgehan a li gelemperiya Tirkiyeyê, ji aliyê hikumeta Tirk ve weke amûreke tepisandina mûxalefetê û pirsgirêka Kurd bi rêya tundiyê tê bikaranîn. Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ku ketime roja 82’an, bi daxwazeke şexsî dest pê nekiriye. Çalakiyeke meşrû ye ku daxwaza mafekî meşrû dike û li girtîgehan 281 kes ku 49 ji wan jin e, li derveyî Tirkiyeyê jî 18 kes vê çalakiyê dimeşînin. Pê bawerim ku CPT wê maf û erka xwe bi xurtî bi kar bîne û li dijî Tecrîda Îmraliyê ya nemeşrû bikeve nava hewldanan. Li bendê me ku hûn bi erk û berpirsyariya xwe rabin ji bo baldarî û eleqeya li Tirkiyeyê û li nava raya giştî ya navneteweyî xurtir bikin.”

Nivîsa Pêş