Pirtuka “Li welatê Rojê de Vejîn: Amara” cîlda yekem gihêşt xwendekarên xwe. Xebatek ku ji aliyê gelek kesan ve ked hate dayîn, ji aliyê Mehmet Saît Uçlu ve hat nivîsandin. Di derheqa pirtûkê de Mehmet Saît Uclu pirsên ajansa me bersivand.
NAVENDA NÛÇEYAN-Pirtuka “Li welatê Rojê de Vejîn: Amara” cîlda yekem a ku xebata Akademiya Wêjeyê ya Şehîd Bakî ye û ji aliyê Mehmet Saît Ûçlu ve hatiye nivîsandin gihêşt xwendekarên xwe.
Di derheqa pirtûkê de Mehmet Saît Uclu pirsên ajansa me bersivand. Beşa yekem ji roportajê wiha ye:
-Di rêze romana “Li Welatê Rojê Vejîn” pirtûka pêşîn Amara derket. Ev xebat çawa hate rojevê?
M. Saît UÇLU
Ev rêze romana berî her tiştî projeyek e. Ev projeya Serokê Gelê Kurd Abdullah OCALAN çend sal berê di hevdîtinekî de anîbû ziman; ji xeynî hene pirtûka pêwistiya nivîsa romanek e bi navê “APO Klanı” diyarkiri bû. Proje, bi gelek derengî bi aliyê Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan’ê 5 sal berê hilda dest û gihîştin plansaziyekî. Nivîsa wê jî bi vî esasî hate rojevê.
-We di pênç sal berê dest bi nivîsa romana Amara kir?
Romana “Li Welatê Rojê Vejîn” bi yekûn heft pirtûka pêk tê. Her pirtûkekî hevalek dinivîse. Me wek komekî bi salekî li Tirkiyê, Sûriyê, İraq, Qendîl, Lubnan, û hwd agahî û belge kom kir û amadekarî kir. Me li derbarê paşeroja Serokê Gelê Kurd û malbata wî lêkolîn kir. Di serî de zarokatiya wî û li cihên ku lê jiyan kiriye me wêne kêşandin. Me sedan kesê ku wî nas dikir re hevdîtin pêk anî, roportaj kir û agahî girt û belgedankek ango arşîvek çêkir.
Pirtûka yekemîn; “AMARA”ye û bi 3 cîlda pêk tê. Di pirtûkên din jî dema nivîsa wan qediya wê li pey hev bên weşandin.
-We bi girêdayî wê arşîvê nivîsand?
Piştî komkirin a agahî û belgeyan me bi hevalên sazûmankarê “Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan” re li ser zimanê, qaydeyê, pevxistin û şêwazê rêze romanê çend roja li ser hev gengeşî kir. Me romana “Li Welatê Rojê Vejîn” heft pêvajoyê dîrokê cuda de parvekir û her hevalek peywira nivîsa pêvajoyekî hilda. Ji be agahî li hev bistînin û hêz û alikariyê bidin hev em wek kom tev di warekî de bi cih bûn û me dest bi nivîsê kir.
– Heft pirtûk romanek e?
Wek pêvakoyên dîrokî dewama hev in, lê her pirtûkek honaka wê li hev cuda ye. Her pirtûkek çiqas perçeyek rêzê be jî bi serê xwe romanek cuda ye.
-We ev projeya çawa meşand?
Di serî de dixwazim vê bibêjim. romana “Li Welatê Rojê Vejîn” berhema xebateke hevpar e. Di piştgirî, şêwirandin, komkirina agahî û belgeyan û hêz û alîkarî dayînê de xebateke tîmê ye. Dikarim bibêjim xebatek e kolektîfe û encama kedê ye.
– We romana Amara bi tempoyek çawa meşand û çend sala de qedand?
Romana Amara rêze romana “Li Welatê Rojê Vejîn” de pirtûka sereke ye û bi 3 cîlda pêk tê. 4 sala her roj nêzî 10-14 saeta xebitîn. Encama ked û xebata çar sala ye.
-Mijara romana Amara’yê çî ye?
Amara; bûyerên erdnigariya gelê Kurd û pêkhatinên civakê wek mijar digire. Sedsalê 19. û 20. de trajediyê gelê Kurd jiyan kiriye, lêgerîna rastî û azadiyê, çanda qedîm, kevneşopî û civakê hildide dest. Beriya her tiştî romaneke Kurd e. Bi şexsiyeta malbata Rêberê Gelê Kurd Ocalan de di serî de gelê Kurd dike mijar, lê yê ku vê erdnigariyê de qedera wan yek in, hezaran sala bi hevre jiyan kirine Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Suryanî-Keldanî, Yahûdî, Rom û hwd romana hevpar ya hemû cavaka ye.
-Ewqas demê fireh de tiştên qewimîne û bûyerên zêde ji bo honaka romanekî ne mucbîr bû?
Mijareke gelek tevlihev û dijwar e. Lê belê ji bo min ewqas jî mijareke resen û nimûne ye. Li vî aliyî de paşpêkiyê romana klasîk di romana Amara de min serî li tîpê pirhejmar û sentezê de. Xuyaye ku hezaran sale gelên li vê erdnigariyê jiyan dikin ketine li nav hev. Ti nijad, ziman, çand, ol zelal tine ye. Hemû civak li hev bandora wan çêbûye. Nirxên ku gelan afirandiye hemû tevlihev bûye. Honak û naveroka romana Amara’yê îfade ya vê rastiyê ye.
-Di vê hevkêşeya pirhejmar de we bîrdozî çawa hilda dest?
Dema min dinivîsî helbet nikaribû birdoziya ku bawer dikim pişt çav bihêlim. Lê wêjeyê de birdozî çiqas veşartî be qîmeta hûnerê zêde dibe. Bîrdozî çiqas li derve xuya be qîmeta hûnerê ewqas dikeve, teng dibe û rê derdikeve. Di vê rewşê de roman yan dibe nivîseke lêkolîna bîrdoziyê yan jî di gerîneka bîrdoziyê de dixeniqe û rastiya romanê dur dikeve, nikare bêhnê hilde. Wek mînak romana “Ateşî Çalmak” romanekî zêde jiyana Marx wek mijar digire û pirtûka lêkolînê ye. Romana M. Şolohov “Durgun Don” jî paşpêkiyê wê ye.
— Amara, kîjan cûreyê romanê ye?
— Amara; di aliyên naverok, teşe, çîrok, sazk, ziman û hunerê de cerîbokek nû ye û teybetmendiyên xwe hene. Dema ku min dinivîsand, min dixwest ku ji rêçên rastparêzî û rastparêziya civaknas derkevim. Romanvanên rastparêziya civaknas ê ku bi Gorkî re dest pê kir, ev tiştan dikirin; hemû sazka romanê, li ser lehengek proleter ( xisleta erênî, pozîtîf ) û xisletên dij-şoreşî û oportunîst (xisleta neyînî, negatîf) ava kirine. Evan jî xisletên proleter, burjûva û burjûvayên piçûk in. Ev, encama feraseta reel-sosyalîzmê ku demek di lûtkeyê de bû, bû û encama perspektîfa çînî ya teng e. Evan jî, xisletên proleter, burjûva û burjûvayên piçûk in. Hemû bûyer, kirde û pêşketinên romanê, di derdora van her sê xisletan da ava dibe. Lê mixabin, lêgerîna azadiyê ya gelan û rasteqîniya wan, ne tenê reş, spî û gewr in. Bûyerên civakiyê ku bi rastiya jiyanê û têkoşîna azadiyê ya civakan ve pêş dikeve, ji her sê xisletan jî hîn aloztir e. Têkoşîna azadiya yê dîtirkirinan hilnayê van qaliban.Bi pir reng, pir ziman, pir rewişt û pirhejmariye.Ev rastî; di nîv sedsala şerê azadiya Kurdan de dîsa bi sihêm derketî holê. Vê rojê tiştên li herêma Rojhilatanavîn pêk tê, tê rastkirinê. Di romana civaknas û rastîxwaz de her tişt dor ev sê rewişt û qaliba pêk tê.Lehengê proleter; pir bi fîşal, wek pirtûka ku Jack London nivîsiye ‘Bin Pahniyê Hesin’ de mînak lehengê Ernest bi awayekî ütopîk derxistine pîleyê Xweda.
Romana Amara, ev qaliba derbas kiriye û girêdayî raman û diyalektîka saw-dijsaw maye,li ser pêşxistina ” kesîtên pirî tîpên pirî ” çand,ziman û vegotinên pirî xebitîm. Bi girêdayî felsefa Rêberê Gelê Kurd, li ser pêşxistana ”Wêjeya Civaknas a Demoqratîk” xebitîm.
Wê demê li vir, dixwazim pirsa “ roman çi ye? “ pirsiyar bikim.
—Roman; him bingeha wêjeyê ye him jî sûçebera wêjeyê ye. Dil û giyana wê ye. Dema ku em bêjin wêje, ewilî roman tê bîra mirov. Roman; gotin, şahî, hêvî, êş, xewn û lêgerîna jiyanek xweş ên mirovan, di nava armanc, hedefek de birêxistinkirine û vê jî li gor çîrokeke tevgerandine. Peyvên ku hêsa, jirêzê, gotin û têkiliyên rojane bihurtine, di nava rêxistinbûyînekê de tevdigerin û dibin nivîs e roman. Rastiya civakê wek bi civakî û dîrokî hîskirin ve, lêgerîna jiyana Azad û rasteqîniyê bi kirina sûçebera hemû nirxan, bi redkirina statuyên heyî ve lêgerîna jiyanek xweş anîna zimanê ye û hunera afirandinê ye Roman. Heke jiyan neyê fêhmkirin û em wate nedin, wê çaxê roman jî nayê nivîsandin, lêgerîna rastiyê jî nayê bipêşxistin. Heke nivîskarek, serdem û civaka ku ew tê de ye bi temamî fêhm neke, azad nebe; heke azad jî nebe nikare lêgerîna azadiyê ya civak binivîsîne. Ji ber vê jî roman, hêza zanîn û zanistiya civakê, hunera bi hêmayan ve nîşandanê ye. Roman û heyîn; wek şev û roj, xweşik û nexweşik, erd û ezman, rasteqîn û derew hevrayiyek diyalektîk e. Roman; lêgerîna jiyana rast ya mirovê ku bi heyî re bi nakok e, bes nabîne û jiyana bûjenî sar, nexweşik û kêm dibîne ye.
Roman; rexnekirin, sebkirin, naletkirin û mehkûmkirina jiyana bûjenî, statukoparêz û pengivî ye û vegotin û hunera jiyana ku bi coş û nirxên civakê re bûye yek e. Roman; hewla jiyana ku sar, bêgiyan û sext, giyandayîn, coşdayîn, candayîn e û bi vî awayî jî ji nû ve wek jiyandar kirinê ye. Roman; çalakiya revînekê ye. Çalakiya ji pergala heyî revîn e, ji kesayeta xwe yê bi pergal re bûye yek revîn e, ji dewletê revîn e. Revînek giyanî û hestî ye…Revînek bi hêrs û bi kîn e. Her revîn, lêgerînek nû ye. Roman perçeyek ji wêje û hunerê ye û dapîrka yê nûyê ye jî. Yên heyî red dike û ji bo nû biafirîne jî dest bi kar dike. Jiyana nû; yên ku tên xwestin, tên hêvîkirin e lê hê jî yê ku li holê nîne ye. Ji bo ku mirov bigihîje rasteqîniyê, hingaftina bi mirov, bi xweza û bi civakê re nebes e. Di esasê xwe de têkiliyek giyanî, ramanî û exlaqî divê. Têkiliya fizîkî, tenê têkiliyek bûjenî û teşeyî ye. Heke mirov, reng û bêhna sorguleke berbangê vedibe fêhm neke, her wiha bilbilekî ku ser gula diwîte, an jî gulberojên ku her tim şopdarê rojê ne û xebatên mûrî û ya mêşan biqordîneyî fêm neke an jî çerxa demsalan di giyana xwe de hîs neke, nikare rasteqîniya mirovan jî fêhm bike.
Li ser derûn, fizîk, hest û giyana mirovan bandora gulan, kulîlkan, avan, çivîkan, daran, axan, baranan û ewran çi ye û çawa çêdibe? Li vir, wêje, wêje, helbest, peyker û roman dikeve dewrê. Di vî warî de alava ronîbûn û ronîkirinê ye. Dewlemendkirina alema xewnê ya mirovan e. Roman, helbest, peyker, destan, çîrok, muzîk û perestgehan vê peywirê bêyî kêmahî bi cih anîn.
Romana AMARAyê jî ez wisa difikirim ku bi teybetmendiya xwe ve romanek wisa ye.
— Bûyerên ku li Amarayê derbas dibin, sazkek in gelo ?
— Bûyerên li romana Amarayê derbas dibin, xwe dispêre agahî û çavkaniyên bi devkî û nivîskî yên herî rast. Di nava bûyerên rast û sazkê de ahengî heye.
Wê Bidome…