Bi wesîleya salvegera çaran a rizgariya Kobanê li 20 welat û 55 bajaran bi navê “#RiseUp4Rojava – Ji bo Şoreşa Rojava rabe ser piyan û şoreşê biparêze” çalakî hatin lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Komuna Enternasyonalîst a Rojava ragihandibû ku wê bi navê “– Ji bo Şoreşa Rojava rabe ser piyan û şoreşê biparêze “, 27 û 28’ê Çileyê li qada navneteweyî çalakiyan li dar bixin. Komunê diyar kiribû, berxwedana ku 27’ê Çileya 2015’an Kobanê rizgar kir, hêvî da dinyayê û bang kiribû ku şoreşa Rojava bi tenê neyê hiştin.
Piştî vê bangê, du rojan li 20 welatan bi navê “– Ji bo Şoreşa Rojava rabe ser piyan û şoreşê biparêze -#RiseUp4Rojava” xwepêşandan û çalakiyên bêîteatiya sivîl hatin lidarxistin. Aktîvîstan hewl dan bi çalakiyên cihêreng yên ku çekan difiroşin rejîma Tirk û xwe ji şer xwedî dikin kişf kirin, hem jî hewl dan jiyana rojane li wan teng bikin.
Ji Sydneyê heta Moskowayê, ji Helsînkiyê heta New Yorkê, ji Munchenê heta Londonê li 55 bajaran saziyên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin hatin şermezarkirin, li ser Şoreşa Rojava semîner hatin lidarxistin û fîlm hatin nîşandan. Hin kesên li qada navneteweyî navdar in tevlî çalakiyan bûn.
Çend ji çalakiyên wiha ne:
– Li bajarê New York ê DYE’yê xwepêşandanek hate lidarxistin û rojnamevana femînîst a navdar Glorîa Steînem jî tevlî bû.
– Li bajarê Basel ê Swîsreyê, li ber navenda Credît Sûîsse ku desteka fînansê dide dewleta Tirk pankarteke mezin a bi nivîsa ‘Şoreşa Rojava biparêze’ hate vekirin.
– Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, li ber şîrketên Kraûss-Maffeî Wegmann û Daîmler AG’ê ku çekan û malzemeyên leşkerî difiroşin dewleta Tirk, xwepêşandan hatin lidarxistin. Her wiha li ber febrîqeyên Rheînmetallê xwepêşandan hate lidarxisitn ku vê şîrketê biryar daye ji bo artêşa Tirk tankan çêbike.
– Li gelek bajarên Swêdê, li pêşiya febrîqeyên şîrketa SAAB’ê ku wesayitê leşkerî difiroşe artêşa Tirk, xwepêşandan hatin lidarxistin.
– Li paytexta Îngilîtsan Londonê, li ber şîrketa BAE’yê ku ji aliyê leşkerî, ewlekarî û parastinê ve hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, çalakiya protestoyî hate lidarxisitn.
– Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî, afîşên li ser Rojava bi avahiyên hikumetê ve hatin daliqandin.
Ji organîzatorên kampanya çalakiyan Ûlrîke Martîn anî ziman ku hesta piştevaniya bi Rojava re êdî global bûye. Martîn diyar kir, kampanya bi rengekî serketî bi rê ve çûye û bi çalakiyên du rojan re wan xwestine balê bikişînin ser hevkariya qirêj a şîrketên rojavayî bi dewleta Tirk re.
Komuna Enternasyonalîst a Rojava jî ragihand, çalakî û xwepêşandan serketî bûn û bal kişandin ser girîngiya kombûna li dora Şoreşa Rojava.
Sara Andre bi navê komunê daxuyanî da û anî ziman, divê piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê re bê dayin. Andre bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirînerê şoreşa li Rojava ye û got, “Parastina Şoreşa Rojava di heman demê de têkbirina tecrîdkirina Ocalan e.”
-#RiseUp4Rojava kapsamında yapılan tüm eylemler şu şekilde:
– Atina-Yewnanîstan – Meş û Mîtîng hate kirin
– Barcelona-Katalonya | Meş hate kirin
– Barcelona-Katalonya | Di Festîvala Film a Premis Gaudí de çalakiya bêîteatiya sîvîl
– Basel-İsviçre | Meşa bi fîşenga hewayî
– Augsburg-Almanya | Çalakiya panqartê
– Berlin-Almanya | Meşa ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê
– Berlin -Almanya | Xebata afîşên Şehid Andrea Wolf
– Celle-Almanya | Li dijî şîrketa hilberîna çeke protesto
– Colone-Almanya | Ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê çalakî
– Dublin, İrlanda | Daxuyanî ji bo piştgiriya Rojava
– Flensburg-Almanya | Li dijî şîrketa hilberîna çeke protesto
– Frankfurt am Main-Almanya |Çalakiya panqartê
– Hamburg, Almanya |Alên YPJ/YPG û panqart hate daliqandin
– Jena-Almanya | Meşa bi Rojava re piştgirî
– Magdeburg-Almanya | Meş û mîting
– Marburg-Almanya | Li dijî tecrîdê meş
– Boston-ABD | Li dijî gefên li ser Rojava meş
– Elm-City-ABD | Çalakiya nivîsandinê
– Fort-Wayne-ABD |Panqarta ‘RiseUpForRojava’ hate daliqandin
– Knoxville-ABD | Li dijî qetlîaman meş
– Los-Angeles-ABD | Li dijî tecrîdê û rojava meş
– New York-ABD | ‘Defend Rojava –Rojava biparêze’ mîtîng
– Portland-ABD |Mîtînga Rojava pêkhat
– Salt Lake-ABD | Ji bo Rojava Tevgerên Sosyalîst daxuyanî
– San Fransisco-ABD- Meşa piştgiriya Rojava
– Santa Cruz-ABD | Ji bo Şoreşa Rojava Stant
– Seattle-ABD | Çalakiya piştgiriya Rojava
– Brezilya | Daxuyanî ji bo piştgiriya Rojava
– Bristol- Birleşik Krallık (UK)| Çalakiya nivîsandinê
– Gaspe-Kanada | Şahiya piştgiriya Rojava
– Gasteiz Euskal Herria-Bask Bölegesi | Di sinema de pêşengeha Rojava
– Cenevre, Swîsre | Meşa bi fîşengên Hewayî
– Helsinki, Finlandiya | Daxuyanî ji bo piştgiriya Rojava
– Heraklio-Girit-Yewnanîstan | Çalakiya Panqartê
– Irun Euskal Herria-Bask Bölgesi | Di meşa Sendîqa de çalakiya panqartê
– Liesing-Avusturya | Meşa Ji bo Rojava
– Londra, Birleşik Krallık (UK)| Li dijî faşîzmê Rojava biparêze meş
– Madrid, İspanya | Meşa bi piştgiriya Rojava
– Malmo-Swêd- Mitînga Tirkiye Dewleta Çeteyan e
– Marsilya-Fransa | Çalakiya panqarta Rojava
– Moskova, Rusya | Çalakiya Protesto li ber Konsulxaneya Tirkiye
– Odessa-Ukrayna | Meşa Bi piştgiriya Rojava
– Oulu-Finlandiya |Silavkirina berxwedana Rojava
– Prag-Çek | Bi piştgiriya Rojava meş
– Sants Barselona-Katalonya | Çalakiya piştgiriya Rojava
– Stockholm, Swêd | Çalakiya Tirkiye Boykot Bike
– Sidney, Avustralya | Semînera Piştgiriya Rojava
– Teruel-İspanya | Daxuyaniya piştgiriya Rojava
– Viyana-Avusturya Meşa Ji bo Rojava Têbikoşe
– Zagreb-Hırvatistan | Mîtînga piştgiriya Rojava
– Zürih-Swîsre | Meşa bi fîşenga hewayî