Îro li bajarê Silêmaniye, şandeyeke Komala Gencanî Welatparêz ji bo piştgiriyê serdana televizyona NRT’ê kirin.
SILÊMANIYE- Piştê serhildana Şeladizê êrîşên KDP û YNK’ê didome. KDP piştê serhildanê nêzî 80 kes binçavkiribû. Herwiha Televîzyona NRT’ê ya Behdînanê jî hatibû girtin. Di heman demê de endamên Komalaya Gencanî Welatparêz xwestibûn li dijî êrîşan meşek li dar bixin lê Asayîşa YNK’ê destûr nedabû. Îro li bajarê Silêmaniye, şandeyeke Komala Gencanî Welatparêz ji bo piştgiriyê serdana televizyona NRT’ê kirin.
Dİ serdanê de rêveberiya televizyona NRT’ê Şivan Adil pêşwaziyê ciwanan kir. Şivan Adil li ser êrîşên dawî li ser televizyona NRT’ê nirxand. Şirvan Adil got ku; “Êrîş tenê ne li ser kanalekî nîne. Pêwîste hemû kanal û sazî li dijî êrîşan bêdeng nemînin. Li hember ev bêmafiyan ku li dijî rojnamevanan pêk tê bêdeng nemînin.”
Li ser navê Ciwanên Welatparêz jî Karwan Mehmod anî ziman; “Em wek ciwanên welatparêz piştgiriya xwe li kanala NRT’ê dikin. Nêzikatiya KDP li ser televizyona NRT’ê şermezar dikin. Ji bo ku demokras^3i li ser axa Başurê Kurdistan belav bibe em ê her tim li dijî êrîşan bibin.”