Li navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê eskeran avêt ser gelek gundên çolterê û bi ser 37 mal û gelek axuran de girtin. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê H.A. ji ber wêneyê li mala wî daliqandîbû hat binçavkirin.
AMED – Di çarçoveya operasyona eskerî ya li herêma çolterên navçeyên Farqîn, Pasûr û Hênê de k udi 29’ê çile de pêk hatibû eskeran avêtibû ser gelek gundan û bi ser 37 mal û axuran de girtin. Hat ragihandin di serdegirtina malan de kontrola nasnameya welatiyan hat kirin û eşyayên malan hatin serobinkirin.
BI HINCETA WÊNE HAT BINÇAVKIRIN
Di serdegirtina gundê Bahemdê ya Pasûrê de welatiyê bi navê H.A. bi hêceta wêneyek endamek HPG’ê li mala wî daliqandibû û bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” hat binçavkirin. Hat zanîn ku H.A. birine Fermandariya Cendermeyan a Pasûrê.