Gelê Şengalê ji bo protestokirina girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de berbi korîdorê ve ketin rê. Lê hêzên artêşa Iraqê nêzîkê gundê Barê girseya gel dan sekinandin û destûr nedan derbas bibin. Lê gel guh nedan qedexeyan û barîkata leşkerî derbaskirin û berê xwe dan çalakiya kon vedanê ya li ber korîdorê.
ŞENGAL – 15’ê Kanûna 2018’an Korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanan ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund yên gelên Şengalê hikûmet neçar ma bû ku bi awayeke fiîlî veke û soz dabûn Şengaliyan ku wê vekirî bihêlin. Lê piştî demekî şûnde careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan de hate girtin.
Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin ji 24’ê Çileyê ve çalakiya kon vedanê li ber korîdorê dane destpêkirin. IIro gelê Şengalê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya kon vedanê û xwepêşandaneke hevbeş li ber korîdora mirovî lidarbixin di van kêliyan de berê xwe dane korîdorê. Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji herêmê ragihandiye artêşa Iraqê hêz şandiye pêşiya wan û girseya gel li nêzîkê gundê Barê ya Şengalê dan sekinandin û destûr nedan biçin li ber korîdora mirovî. Tevî hemû hewldanên gel jî artêşa Iraqê destûr neda, lê gel barîkatê şikand û niha bi meşê berê xwe didin korîdorê.
Meşa gel didome.