NAVENDA NÛÇEYAN
“Civakekê zimanê xwe ya dayikê çiqas pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanê din, ev jî tê wê wateyê, ewqasî hatiye mêtîn, qirkirin û asîmîlekirin.” (A.Ö.)
Pişaftin ango asîmîlasyon her çiqas têgeheke ku em zêde bikartînin bibe jî, di rastiya xwe de hûr û kûr têgihiştina vê tegehê nîne. Ger mirov di çarçoveya şerê taybet de bigire dest asîmîlasyon;- helandina netewekî, tunekirina çandekî, qirkirina civakekî ye. Asîmîlasyon gelek caran di mijara zimanê de derdikeve pêş. Ji aliyekî ve rastiya ku pişaftin herî zêde li ser ziman xwe daye der heye. Jiber ku ziman beşeke mezin a çanda civakê ye. Cudahî, curebûn, taybetiya gelekî herî zêde bi ziman mirov dikare ferq bike. Lê ji aliyekî din ve li ser beşên din yê çandê jî asîmîlasyonek pir dijwar tê meşandin.
Di dîroka dewletî de polîtikayên asîmîlasyonê ne nû ye. Ji Sumeran bigrin heya Asuran, Ji Osmanli’yê bigrin heya Komara Tirkiye’yê dewletên serdest, netewên serdest xwestinê ziman û çandên din tune bikin an jî bişibînin a xwe. Ji bo vê jî gelek carna serî li qirkirinên fîzîkî jî dane. Di dibistanan de, mizgeftan de, klîseyan de, navendên çandî yên serdestan de xwestine ku taybetiyên netewan bihelînin.
Helbet polîtikayên asîmîlasyonê yên dewletên hegemonîk û serdestan ne perçekiriye. Asîmîlasyon li ser civakeke ku hêj negihiştiye azadiya netewê xwe bi polîtikayên yekpare tê meşandin. Bi taybetî jî li ser jin, ciwan û zarokan bi rêbazên cur bi cur tê meşandin.
Di civakê de herî zêde çandê diparêze jin e. Yê ku çandê derbasê nifşê nû dike jî jin e. Her dayik ferhengeke, stranbêjeke, dengbêjeke û hunermenda çanda xwe ye. Tê zanîn ku mamosteya yekem dayike. Bêyî qirêjahî agahî û taybetiyên civaka xwe derbasî zarokan dike. Kesayeta her zarok di destpêkê de bi taybetiyên dayika wî/ê tê pîvandin. Ji bo vê jî li ser jinan her tim cure bi cure rêbazên asîmîlasyonê hatiye meşandin. “Dibistanên şevê” yê ku ji bo dayikên ku Tirkî nizanin ji aliyê dewleta Tirka a dagirker ve hatibû vekirin ji bîra mirovan naçe. Dayikên ku Tirkî nedizaniyan bi zorê di dibistanên Şevê de fêrî zimana serdestan dihat kirin. Ev demek dirêj jî li Kurdistan’ê hate bikaranîn. Dîsa rêzefîlmên ku piştî pêşketina televîzyonê pirî caran ji bo asîmîlekirina jinan hate bikaranîn. Jina ku piranî dema xwe li mal derbasdikir bi rêzefîlman hêdî hêdî fêrî Zimana Tirkî bû. Ev jî bi xwe re êdî bîrkirina ziman û biwêjan, zimaneke ku mirov çi dikare bêje Tirkiye çi jî dikare bêje Kurdiye anî. Mirov dikare van mînakên ku li ser jinê hatiye meşandin zêde bike.
Ji bo asîmîlasyonê beşe civakê ku mirov taybetî bigire dest ew jî ciwan in. Her çiqas xwestibin bi dayikê re civak bihelînin, asîmîlasyon bibin serkeftinê, jin her tim di milekî de bi rêya xweparastinê çanda Kurd anîye heya roja me ya îro. Di serdema nû de pirsgirek derbaskirina çandê ya ji nifşê nû re derdikeve. Him ji ber sedema malbatên ku ji çanda xwe dur dixin, him qaşo ku fêrbuna çanda serdestan wek taybetiyek tê dîtin dewleta Tirk di vê mijarê de kêm-zêde jî bibe encam girtiye. Beşek mezin ji ciwanên Kurd êdî cudabûna netewê xwe ji xwe re girîng nabîne. Rast e di devkê de dibêje ez Kurd im. Lê bi gelemperî jiyana/ê wê/î de mirov cudabûna Kurdîtî nabîne. Ango mirov nikare ji kesayetên wisa re bêje tu Kurdî. Ji çanda xwe durketin têrî nake, ji çanda xwe şermkirin pêşketiye. Evîndarbûna çanda serdestan pêşketiye. Ev bixwe serê xwe felaketek e.
Ji xwe dewleta Tirk dema dixwaze cihekî dagir bike di destpêkê de bi guhertina çanda wê civakê destpê dike. Mînaka herî balkêş li Efrîn pêkhatibû. Dema dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Efrîn’ê di destpêkê de dibistanên Kurdî ku bi şoreşa Rojava ve hatibû avakirin xirakir. Dîsa li Bakurê Kurdistanê mirov dikare mînaka wê li Dersimê jî bide. Dersim di dîroka Kurdistanê de yek ji wan cihan e ku herî zêde komkujî lê hatiye kirin. Komkujiyên hem fîzîkî hem jî çandî lê hatine kirin. Niha li Tirkiye û Kurdistanê ti ciwan weke ciwanên Dersimê baş Tirkî neaxivin. Ev jî siyaseta dewletê ye. Niha dewleta Tirk di nava ciwanan de hişmendiya kî herî baş bi Tirkî biaxive, afirandiye. Ev jî wek xwe kirin e. Her wiha dewleta Tirk bi zêdekirina dibistanên Tirkî, dibistanên ji bo zarokên 0-6 salî vekirin, di bin navê seyranê de birina zarokan li bajarên Tirkiye û cematên ku di bin olê de vekirine zarokên Kurd ji çanda xwe dûr xistin. Li gel vê ji êrîşên xwe yên ku li dijî asîmîlasyonê tê meşandin jî kêm nekirin. Girtina saziyên zimanan, saziyên çand û hûnerê, girtina dibistanên Kurdî û hewldana girtina Zarok TV ji van mînakan henek e.
Li hemberê van polîtikayan helwesta ciwanên Kurd pêwîste radîqaltir bibe. Bi çend hewldanan ne gengaz e ku pêşiya asîmîlasyonê were giritn. Di destpêkê pêwîstî heye di milê hestan de xwe îkna bike ku ew Kurd e. Kurdbûn, Kurdîstanîbûn jî di destpêkê de bi parastina xwebûna xwe dibe. Ger ciwanek ji ber nasnameya xwe ya Kurdîtî ne şanaz be, nikare ji xwe re bibêje ez Kurdim jî. Ger ciwanek cihê ku axaftin, nivîsandin, xwendin û bikaranîna zimana Kurdî ji zimanên biyanî re hezkirinê wî/ê çêdibe, wê demê ew ciwan nikare bêje ez Kurd im. Destwerdan, hevdû înkarkirin ne qanûneke xwezayî ye. Carna haya me jê nîne ku em bi xwe ketine rêya înkar û qirkirinê. Ji bo pêşîgirtina li polîtîkayên înkar û qirkirinê têkoşînek 24 saet pêwîst e. Em bi zimanekî din biaxivin, em bêjin em Kurd in ev ne rasteqîn e.
Wê Bidome….
Hamza Munzur