Li Efrîn’ê ku dewleta Tirk a dagirker êrîş kir di meha dawî de bi dehan çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn’ê ya bi bandor 34 çete hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrîn’ê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker da. Li Efrîn’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan bi dehan çalakî pêk hatin. Di van çalakiyan de 34 çete hatin kuştin.
Di daxuyaniyên fermî ya Hêzên Rizgariya Efrinê de dewleta Tirk a dagirker poşman bû û ket rewşeke dijwar. Bi van çalakiyên li dijî dagirkerî, asîmîlasyon û guhertina demografyayê hate dîtin ku dewleta Tirk a dagirker poşman û bêçare maye û ber bi kendala têkçûnê de ye.
Berfirehiya daxuyaniyên çalakiyan wiha ye:
- 29’ê Kanûnê li benda kontrolê ya li gundê Mihemediyê ya navçeya Cindirês a Efrînê li dijî çeteyên koma Feyleq El-Şam çalakiya sabotajê li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 çeteyên koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
- 2’ê Çileyê li herêmeke nêzî Raî ji du baskan ve li çeperên dagirkeran xistin. Çalakî ji cihekî nêz ve hate kirin û bi qasî nîv saetê şer qewimî. Di encamê de 3 terorîst hatin kuştin, terorîstek jî bi giranî birîndar bû.”
- 9’ê Çileyê li gundê Gobelê yê navçeya Şer ya Efrînê li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya, leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
- 9’ê Çileyê, tîmeke me li gundê Kil Cibrîn ê Ezazê li wesayiteke çeteyên artêşa Tirk a dagirker dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirkerên di wesayitê de mirin, yek jî bi giranî birîndar bû.
- 15’ê Çileyê de şervanên me li taxa Mehmudiye’yê navenda Efrîn’ê li dijî seyareyekê leşkeri girêdayî koma çete ya Firqet el Hemze çalakiyeke sabotajê li darxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
- 15’ê Çileyê de şervanên me li ser rêya gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî seyareke leşkeri ku hejmarekî çeteyên girêdayî komên Firqet el Hemze û Firqa 23 têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Navê çeteyekî hate kuştin Ehmed Raxîp Çelo ye.
- 16’ê Çileyê de şervanên me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera li dijî çeteyekî yê girêdayê koma Cebhet El- Şamiyê de çalakiya sekvanî lidar xist. Di encama çalakiyê de çete hate kuştin.
- 18’ê Çileyê de şervanên me, li gundê Xalta ya girêdayî Efrînê li dijî baregeha çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encam de 6 çete hatin kuştin.
- 18’ê Çileyê de şervanên me, li dijî baregeheke koma çete ya Firqet El-Hemze ya li gundê Kîmarê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de yek jê serçete 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.
- 19’ê Çileyê de hêzên me li hember baregeheke koma çete ya bi navê Feylaq el-Rehman çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.
- 28’ê Çileyê de, li dijî leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, 2 çalakiyên bi bandor li dijî li dar xistine. Di emcama çalakiyan de, 2 leşker û 3 çete hatine kuştin, leşkerek û 6 çete jî birîndar bûne. Heman demê de seyareyek û gelek cebilxane jî hatine ruxandin.
- 28’ê Çileyê de şervanên me li dijî baregeheke koma çete ya bi navê Ehrar El-Şam a gundê Dêrmişmişê ya Efrînê ye, çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.”