NAVENDA NÛÇEYAN
Cîhana wateyan ya ku ji hêla mirovan ve tê afirandin, xwe dispêre dîyardeya heyînê. Di wateyeka dîtir da dîroka mirovan ji yekûna pirsên; derbarê heyînê, kana heyînê, pêvajoya bûyîngê, pêşdeçûna geşedanê û armanca heyînê, pêk tê.
Çendîn bawerî, raman û mîtologyayên ku, heyînê hildipesartin axê, heyîn û axê jihev dihesibandin û di vê wateyê da pîrozwerîyê li axê bar dikirin, hebûne.
Nemaze li Kurdistan û Rojhilata Navîn, dîyardeya axê ne tenê ji bo paşeroj û îro lê di heman demê da ûtopya û xeyalên pêşerojê jî didirûvîne.
Mirov dikare, ji çandê heta hûnerê, ji zanist heta felsefeyê, ji dîn heta pergala aborî, sîyasî, leşkerî û civakî, di her kêlî û qadên jîyanê da pêrgê metafora axê bê û gengaz e ku mirov wê wekî dîyardeyekê hilde dest.
Çunkî her bûyîng pêwîstî bi zemîneka ku, dê li ser hebe, dirûv bigire û hilkeve heye. Ev zemîn her çiqas ji bo qada fîzîkî be ewqas jî ji bo qada metafîzîkê ye.
Hest, raman, xwestek û xeyalên me li ser zemînekê peyda dibin û bi pêş ve diçin. Berîya ku em jîyanê vehûnin, em dîyalektîka dem-mekanê dixebitînin.
Di vê wateyê da dirust e ku mirov bibêje di nîvek û binyada pirsgirêkê da, pirsgirêkên ku ji ber axê peyda bûne, hene.
Her çiqas ku serdema feodal ya ku bi serwerîya li ser axê, bi bidestxistin û dagirkirinê dirûv girtibû bi dawî bibe jî, ji ber pêwendîya mirovan a mutleq a bi axê ra, pergala kapîtalîst a ku dixwaze xwe bi şêweyên ciyawaz pêşkeş bike jî ji bo li pîya bisekine û polîtîkaya xwe ya aborîyê berdewam bike, hewl dide ku erdnîgarîyên ciyawaz ên dinyayê ji hêla aborî, sîyasî, leşkerî hwd. ve dîzayn bike.
Heger ku îro, di pêvajoyeka ku pergala kapîtalîst krîzeka binyadî dijî da, şerên sîstemê yên ku jê ra Şerê Cîhanê yê 3em tê gotin, li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê di çarçoveyeka pirrehendî da û bi hemû kûrahîya xwe bê jîyîn; ew çax divê pêwendîya vê bi dîroka wê axê ra bê dîtin.
Ax mirovan, mirov civakan, civak jî çand, ziman, bawerî, zanist, sinc û pergalan diafirîne, an jî ev hemû li ser wê hildikevin.
Dîyalektîka jîyanê, bi xwehilberandineka berdewam, xweafirandin û di nav yekbûyînîyê da wate bidestxistinê gengaz e.
Hebûn, hilberandin, watedarkirin puxteya civakî didirûvîne. Lê kapîtalîzm berovajîyê van hemûyan e û li ser; her tiştî ji puxteya wê dûrxistin, parçekirin, tunekirin û mezaxtineka bêdawî hildikeve.
Di merheleya ku em gihiştinê da tu tişt nemaye ku pergala kapîtalîst dest neavêtibê, her tişt ji bo wê bûye heyberên mezaxtinê.
Û li cihê ku ev mezaxtin hatiye gihiştîyê; valahî heye, kaos heye. Hûn nikarin valahîyê bixeritînin, nikarin bikin heybereka mezaxtinê û derxînin bazarê.
Li ber ronîya van hemî rastîyan, ew hemî reçeteyên ku ji bo rizgarîya mirovî tên pêşxistin; di serdema me ya ku herifandin tê da tên jîyîn, ku civak bi cinawirên şer jê ra tê gotin ve hatine parî parîkirin, ku mirov ji welatên xwe tên derxistin û tûşî vebirîneka fîzîkî, çandî, hişî û îdeolojîk a hovane tên, mecbûr e ku hebûna mirovî hildin bin ewlehîyê.
Belam bi vî awayî ew valahîya ku pergala kapîtalîst a modernîst afirandibû dikare bê tijekirin, mirov dikare dîsa vekişe nav cîhana wateyan û di avakirina cîhaneka azad da bibe kirdeyeka/î aktîf.
Welatê me Kurdistan di nîveka van nakokî û lêkdanan da cih digire, li ser civaka Kurdistanê polîtîkayeka çewisandin û tunekirineka pirhêl dide meşandin.
Dilxwazîya terikandin û penaberbûnê ya ku li welatê di van şertûmercan da derketîye holê, koçkirina berev di destpêkê da Ewrûpa û li gelek deverên dîtir û boçûnên ji bo jîyaneka din saz kirin ji xeyaleka xam jî wêdetir, xetereyeka ji mirinê betertir jî di xwe da dihewîne.
Bêguman ev dilxwazî û boçûnên bi vî awayî wekî encamên pêvajoyeka sirûştî derdikevin holê. Bere’ksê wê, ev dilxwazîyek e ku hêzên dagirker ên nîjadkuj di nav civakê da pêş xistîye.
Bi ramana “êdî li Kurdistanê nayê jîyîn, Kurdistan û pirsa kurd nayê çareserkirin, tu wateyeka têkoşînê tuneye” ya ku dagirkerîya nîjadkuj hewl dide bafirîne, tê armanckirin ku, Kurdistan bi vî awayî bê kurd bê hiştin.
Demografîya deverên ku dagir kiriye diguherîne, mirovên ku li deverên ciyawaz yên cîhanê û nemaze yên ku ji şerê li Sûrîyeyê revîyane û hatine Tirkîyeyê, li bakurê Kurdistanê dide bicihûwarkirin.
Wekî ku ev jî têrê neke, bi rêya şebekeyên qirêj, bi rêxistina çeteyên ku revandekîya mirovan dike, ji 4 parçeyên Kurdistanê ciwanan vediguhêze bo Ewrûpa û cihên her wekî din.
Tişta ku li benda ew mirovên ku ji welatê xwe hatin qetandin û daketine rewşa penaberan e jî, mirin an jî ji mirinê bedtir bênasnamekirin e.
Ji ber hindê her çiqas şertûmercên jîyanê li Kurdistanê dijwar dibin bila bibin, her çiqas ku êrîşên dagirkerên nîjadkuj bi awayekî hovane berdewam bikin jî, israra li welatê xwe mayîn û jîyan dê ji bo wekî mirov jîyankirin bibe israr.
Çunkî, mirov ancax bi civaka xwe ra dibe mirov û civak li ser reh û axa xwe bejin diavêje.
Li ser vê asasê, pejnkerîya li hember polîtîkayên şerê taybet ên qirêj, wêrekîya bibiryarî û israra jîyandina li Kurdistanê û têkoşînkirinê dan nîşandan, erk û mafê her mirovê kurd e. Şerê heyîn û azadîyê ancax bi vî awayî dê bigihêje serkeftinê.
Ulaş Arslan
Ji Navenda Lêkolîna Strajeîk a Kurdistanê hatiye wergerandin