Yekîtiya Xwendekarên Azad weke koma 37. çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, dewir girt.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 73’an de berdewam dike. Çalakî îro ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Azad ve hat dewr girtin.
Li ser navê koma 37. Endamê Yekîtiya Xwendekarên Azad Îsmaîl Uçar axivî û wisa got: “Wekî Yekîtiya Xwendekarên Azad li Başûrê Kurdistanê me çalakî dewir girtiye. Armanca me rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan e.”
Uçar her wiha dazanîn ku ji bo çalakiya dibin pêşengiya Nûnertiya HDP’ê de destpêkiriye serbikeve, ewê bi her awayî piştgiriyê bidinê û banga piştgiriyê li hemû aliyên Kurdistanê û ciwanan jî kir.
Çalakiya Nasir Yagiz jî hemwext di roa 73’an de ye û her diçe tendûristiya Yagiz têk diçe. Lê tevî vê yekê jî di çalakiya xwede bi biryare.