NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Hewlêrê ketiye greva birçîbûnê, 73 roj in çalakiya xwe didomîne.
Yagiz her roj bi rêk û pêk ji aliyê doktor ve tê kontrolkirin. Tevî ku gelek kîlo li xwe kêm kiriye, her verdişe, nexweşiyên mîde, serêşî û tansiyonê lê peyda bûne.
Yagiz got, “Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê belê ez bi biryar im ku çalakiya xwe bidomînim” û wiha dewam kir: “Doktor her roj tên û kontrol dikin. Çalakiya me ya li dijî tecrîdê wê heta dawiyê bidome. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe, ez ê çalakiya xwe bidomînim.”