ATÎNA- Li paytexta Yewnanîstan Atînayê endamên Ciwanên Şoreşger ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û protesto kirina tecrîda Îmralî li Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Opa çalakî lidarxistin.
Ciwan ketin avahiya zanîngehê têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê welatî agahdar kirin. Ciwanan belavok belav kirin û pankart jî li avahiya zanîngehê daliqandin.