NAVENDA NÛÇEYAN
Jineke ku 86 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da ye. Li ber mirinê ye. Jinek e ku, heta niha ji pêvajoya çalakîyên ku ketibûyê gavek be jî paş da neavêtîye û di ser da jî bang li her kesî dike da ku tev li şoreşê bibe. Û jinek e ku, ji ber derengmayîna ji bo şikênandina tecrîda li ser Rêber Apo lêborînê dixwaze. Bi gelemperîkirina lêborîna xwe, ji ber berpirsîyarî û kêmasîya xwe ya di xebatên dihatin meşandin da, xwe ji girtîbûna Rêber Apo berpirsîyar dibîne.
Belê; jinek e ku, herçiqas li ber şêmûga mirinê da be jî, xwe ji kesên ku bedenên xwe razandibûn mirinê – ji ber ku ew li Amedê bû – xweşbexttir dibîne. Di zindana Amedê da ji ber zîyaretên Sara, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş yên ku her roj li wê dikirin, dîyar dike ku wê moralê xwe bihêztir kiriye.
Belê; jinek e ku di fetlonekeka dîrokî da jî berê geşedanên dîrokî dîyar dike. Gelo, tişteke ku, ji herkesî ji me hemûyan ra rênîşandana ji vê jinê xwezayîtir heye?
Di waxtê xwe da Fîkrî Baygeldî ji bo sekna Sema Yûce ya ku li hember serpêhatîya berxwedana 8ê Adarê heta 17ê Pûşberê dewam kiribû, ji xwe ra wekî xet dîyar kiribû “Fermandar Sema ye û ez jî şervanê wê me” gotibû.
Rêber Apo jî ji bo çalakîya mezin a Zîlan-Zeynep Kinaci gotibû ku; “Zîlan fermandar e û em jî fermanberên wê ne”.
Heger ku rastî, şopandina kesên rênîşander be, ew çax berê me li Leyla ye, boçûna Leyla ya çalakîyê, boçûna Leyla ya berev berxwedanê ye. Peyama Leyla Guven a ku di kongreya Kongreya Demokratîk a Gelan da pêşkeş kiribû; “Berxwedan mezin dike, pasîfîzm jî dikuje.”
Bi kurtasî, Leyla û sekna wê sekna berxwedanê ye. Heger ku sekin li hember dagirkerî û çewisandinên her şêwe rejîmên otorîter-faşîzan be, tişta ku divê bê kirin Leylabûn e. Leylayê ji xwe ra wekî hîm pejirandin, tê wateya keseka/î ji berxwedanê. Ev dê me bibe, bêatlehî berdewamkirina berxwedanê, şkênandina tecrîdê û rûxandina faşîzmê.
Belê, di vê pêvajoya krîtîk a dîrokî da berê me Leyla ye. Êdî dem dema, wekî Leyla di nîveka têkoşînê da cihgirtinê ye.
Kasim Engîn
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye wergerandin