Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Gencanî Têkoşer bi dimekî beşdarbûna xwe ji bo 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Gencanî Welatparêz û Jinên Gencanî Têkoşer bi dimekî beşdarbûna xwe ji bo 2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand.
Endamê Tevgera Gencanî Welatparêz got ku ew ji bo avakirina yekitiya Ciwanên Rojhilata Navîn û ji bo têkbirina dagirkeriyê li Rojhilata Navîn beşdarî konferansê dibin.
Endama Tevgera Jinên Gencanî Têkoşer diyar kir ku ev Konferans derfeteke ji bo azadkirin Rojhilata Navîn. Her wiha bang li hemû tevgerên Ciwanan li Rojhilata Navîn kir ku ew jî beşdarî vê konferansê bibin û cihê xwe di nava niqaş û giritina bîryaran de bigre.
Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê bi beşdarbûna gelek tevgerên Ciwanan ên Rojhilata Navîn di 20’ê Sibata 2019’an li Bakurê Sûriyê be lidarxistin.