Li gor daxuyaniya Koma Çepa Radîqal a ku li ser platforma li ser enternetê ‘Indymedia Almanya’ hatiye weşandin 4 qamyonên Deutsch Bahn’ê ji aliyê yekineyên wan hatiye şewitandin.
ALMANYA –Li gor daxuyaniya Koma Çepa Radîqal a ku li ser platforma li ser enternetê ‘Indymedia Almanya’, hate diyarkirin ku milê Deutsch Bahn ê DB Schenker herî ku piştgiriya lojîstîkê ji NATO’yê re dike ye û ji artêşa Alman û hevkariya wî rejîma Tirk a faşîst re amurên şerê digihêjine.
Koma Çep a Radîqal di daxuyaniya xwe de got ku Deutsch Bahn ji şerê rast û rast feyde digire û ji ber ku kapîtalîzmê re xîzmet dike, ji dewleta Tirk a faşîst a ku ji Gelê Kurd re û YPG/YPJ’ê re êrîş dike, 4 qamyonê neqliyeyê ya Deutsch Bahn’ê ji aliyê yekineyên wan ve hatiye şewitandin. Hate diyarkirin ku di encama çalakî de zirara 100.000 Euroyê hatiye dayîn.
Daxuyaniya Koma Çep a Radîqal di vê malperê de ye: https://de.indymedia.org/node/