Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di pêvajoyek kiritîk de ye, şevê din Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn daketin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser banga lezgîn a KCDK-E Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn daketin qadan û ji bo balê bikêşin li ser rewşa çalakgerên grevên birçîbûnê banga ketina tevgerê li hêzên navnetewî kirin.
MARSILYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikêşin li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê çalakî kirin.
Di çalakiyê de bêdengiya li dijî berxwedêrên greva birçîbûnê hate protesto kirin û ciwanan wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berz kirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Fransa Bordeaûxê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi çalakiya bêîteatiya sivîl balkişand li ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê. Çalakî li Cadeya Saînte_Catherîne hate kirin û belavok hatin belav kirin.
Di çalakiyê de ciwanan dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Kujer Erdgoan, hevkar CPT” hate berz kirin.