Li navçeya Cizîrê bi armanca piştevaniya ji bo Leyla Guven û girtiyan nivîsên têkildarî tecrîdê li ser dîwaran hatin nivîandin ji aliyê polîsan ve hatin jêbirin.
ŞIRNEX – Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di roja 87’emîn de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehan jî di roja 49’emîn de didome. Bi boneya piştevaniya Guven û girtiyan li taxên Yafes û Cûdî li ser dîwaran nivîsên têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hatin nivîsandin. Piştî nivîsandinê polîsan ketin tevgerê.
Mirov dikare bêje ku polîsan bi ser dîwaran de operasyon pêk anî û bi spreyê ser hemû nivîsan girtin. Polîsan li gelek deverên navçeyê welatî sekinandin û kontrola nasnameya wan kirin.