Ciwanên Kurd li Gara Navendî ya Bielefeld’ê ji bo lezgîniya rewşa tendurîstiya çalakvanên greva birçîbûnê çalakî li darxistin.
Duh di seata şevê 02:00 de ciwanên Kurd ji bo lezgîniya rewşa tendurîstiya çalakvanên greva birçîbûnê li gara navendî yê Bielefeld’ê derketin qadan.
Ciwanan di çalkiya xwe de bal kişandin li ser rewşa çalakvanan û gotin êdî rewş hatiye asteke krîtîk, ji ber vê jî pêwîste bêdeng nemînin.
Ciwanan li ser agahiya ku rewşa Çalakvan Yuksel Koç giran bûye bal kişandin û gotin pewîstiya piştgirî û çalakiyan ji her demê bêhtir heye û bang ji ciwanan kirin ku demildest rabin ser piyan.