Berxwedanên Xweseriyê, bi vîna gel ve dest pê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana dîrokî ku di 2015an de li Sûra Amedê dest pê kiribû, hê jî di bîra me de ye. Şoreşger Amed, pêvajoya berxwedanê û sedemên berxwedanê, vegot. Amed diyar kir ku; berxwedan, ji aliyê gel ve hatiye xwedîlêderketin û ji roja ewil heya roja dawiyê jî şervanên berxwedana Sûrê jî bibîryarbûn ku ji Sûrê dernekevin û berxwedan jî di nav gel de wisa berdewam kiriye.
Domayî 103 rojan, li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker (bi tank û topan hwd.) Sûr, heya dawiyê berxwe daye û zarokên xwe hembêz kiriye. Û heta hetayê jî dengên berxwedanê veşartiye.
”Xweserî”, li hemberî zextên dijmin xweparastina e ya Gel bû
Şoreşger Amed, behsa qaşo pêvajoya çareseriyê û hilbijartina wê demê kir û bal kişand ku armanca Dewleta Tirk a dagirker her û her dagirkirin bûye. Şoreşger got ku ev pêvajo, pêvajoyek yekalî bû û di berdewama axaftina xwe de got; “ Li Riha û Amed, bi kuştina du polîsan ev pêvajoya yekalî xera bû. Jixwe rêxistin, amade bibû. Xuyabû ku peyandinek hebe. Wê heyamê jî em dizanibûn ku ev pêvajoya yekalî, pêvajoya çareseriyek rast nebû. Jixwe li gor vî jî, li bajaran amadehî hebû. Li hemberî zextên dewletê û îxtîmala destwerdanek li ser Rêbertî amadehî hebûn. Dijmin jî amadehiya êrîşek mezin dikir. Lê ne tenê ji bo Bakur, ji bo Rojavayê jî dijmin amadehiya xwe dikir. Armanca berxwedanên Xweseriyê, yek jê kêmkirina zextên Dewleta Tirk a dagirker ya li ser Rojavayê bû. Yek jî wê demê HDP, cara ewil dibû ku wek partî diket hilbijartinê. Û xuyabû ku dijmin jî li hemberî vê, ango li hemberî hilbijartina 7ê Hezîranê dekûdolabek pêk bîne. Di hilbijartina 7ê Hezîranê de, HDP, bendava hilbijartinê derbas kir, lê belê hilbijartina duyem ket rojevê. Di hilbijartina 1ê Mijdarê de jî HDP, bendav derbas kir û dijmin jî ji ber ku serkeftina HDPê nedipêjirand, êrîşê pîrozbahiya ku li ber avahiya HDPê ya Amedê pêk dihat, kir. Ji ber ku polîtîkayên AKPê deşîfre bûn, arasteya dijmin jî guherî. Li hemberî vê jî ev berxwedan bi pêş ket. Yê ku li hemberî êrîşên dijmin pêş ket, xweparastina cewherî ya gel bû“.
”Pergala ku me dixwest biafirînin, me bi berxwedanê ve nîşandan“.
Şoreşger Amed diyar kir ku; “ Pergala ku me dixwest biafirînin, me bi berxwedana xweseriyê ve nîşana gel da. Di pêvajoya çareseriyê de, bi zimanê xwe ve axaftin jî bêriya gel û ciwan dibir. Lê li gel vî ciwan, di pêvajoya çareseriyê de hinek tiştekî jî dîtin û ev jî bû sedema berxwedanê. Heman awayî li hemberî êrîşên dewletê ya li ser taxan, gel mala xwe û ciwanan jî diparast. Berxwedanên Xweseriyê, bi vîna gel ve dest pê kir“.
Armanca me, avakirina beşa xweparastina cewherî ya Modernîteya Demokratîk bû
Şoreşger got ku; “ Armanca me li Bakurê Kurdistanê, jîndarkirina fikra Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a Netewa Demokratîk bû. Pêşengên berxwedanê jî ciwan û gel bûn. Berxwedan, di meha Tebaxê de dest pê kir. Birêxistinbûnek baş a gel hebû. Perwerde, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hebûn. Piştî îlankirinên Xweseriyê, ev zemîn hat avakirin. Piştî birêxistinbûnan hatin kirin, îlanên Xweseriyê jî hatin kirin. Piştî îlankirinan yekoyek xweparastina gel dest pê kir. Piştî ku şervan hatin Sûrê, êdî dijmin nikaribû ciwanek jî bigre. Dema ku gel ev dîtin, moralek mezin jê girt. Li hemberî vê berxwedanê jî, dijmin hê hişktir berê xwe dan Sûrê. Gel jî ji ber vî yekî xendek kolan. Hin ciwan bi malbatên xwe re dihatin. Gel nobeda digirt û afirînera xendekan jî gel bûn. Carinan malbat dihatin û digotin “zarokên me li malê tiştekî jî nakin, qe nebe bila werin xendek bikolin“. Gel, pergala ku me bida afirandin seh kiribûn. Lê demek şûnde ji ber ku zextên dijmin her ku diçû zêde dibû, çek ketin dewrê. 2-3 heb qleşên me hebûn tenê. Gel, armanca me naskiribû û rasteqîniya dijmin jî dîtîbû“.
“Ciwan, bêyî ku Xweseriyê nas bikin û bizanibin, di kozikan de cihê xwe girtin“
Şoreşger got ku; “ Bi çalakiyên YDGH kirî ve ciwan, rola xwe leyîstin. Parqên ku gel newêrîbûn biçin, ji aliyê YDGH ve hat paqijkirin. YDGH, bi vî awayî piştgiriya gel stand. YDGH, destkeftiyên mezin bi dest xist. Di nava ciwanan de, birêxistinbûnek mezin ava kirin. Gel, zarokên xwe radestî YDGHê dikirin. Ciwanan şoreşê hîs dikirin. Dema ku hatin Sûrê, digotin ku, em xwe li qada şoreşê hîs dikin. Dema ku ciwanan heval didîtin, puxteya xwe hest dikirin. Dikaribûn, wê jîyana ku hesreta wê dikirin, jîyana ku lê digerîyan, bibînin. Ciwanên ku made bi kar dianîn, ciwanên ku berê wan li hêlên ciyawaz bûn, dikaribûn tiştên ku lê digerîyan li kuçeyên Sûrê bibînin. Ciwanan girtin û şehîdbûnê hildidan ber çavan. Ciwanên, bêyî ku xwerêvebirinê binasin, bizanin dihatin senger digirtin, hebûn. Ciwanên ku ji Peyasê hatibûn hebûn. Ciwanên, ku made bi kar dianîn jî dev ji bikaranîna madeyan berdidan û dihatin gel me, hebûn. Dema ku li hember qadan êrîşên sext hebûna jî, li hemû taxên Amedê çalakî pêk dihatin. Ji ber hindê dijmin newêribû berê xwe bide Sûrê. Dema ku ciwanan Sûrê didîtin hem li hundir hem li derva hesta parastinê li wan geş dibû.
“Xwerêvebirin Gel Bixwe ye”
Şoreşgerê ku pergala xwerêvebirinê wekî vîna gel destnîşan dikir, nêzîkatîya gel a bo xwerêvebirinê wiha vegêrra: “Bi xwerêvebirinê, bi meclîsên gel pergaleka ku tê da gel xwe bi xwe bi rê ve bibe hat çêkirin. Arasteya dijminê ku vê didît jî li ser heman rehendê pêş diket. Ji lewra, êdî gelî ji bo xwe komûnan esas digirt. Heta dikanên girêdayî van komûnan jî dihatin vekirin. Aşkira bû ku dijmin dê mudaxeleyê vê bike. Di vê rewşê da berevanîyeka li gorî vê dihat pêşxistin. Gel xwedî li pergala xwerêvebirinê derdiket. Di pêvajoya çareserîyê ya ku her çiqas demeka kin ajotibe da jî, gelî bi rêya meclîsên gel û komelên welatîyên azad, xwerêvebirinê nas kir. Gelî bixwe îlana xwerêvebirinan kir. Êdî pêwîstî bi dewletê tunebû. Êdî gelî pirsgirêkên xwe, bixwe çareser dikir û gazî dijmin nedikir. Dema ku rewş bi vî awayî bû, êdî desthilatîya dijmin jî nemabû. Taxan di nav xwe da xwe bi rê ve dibirin. Xwerêvebirin, pratîka Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo bû. Û gelî vê pergalê pejirandibû. Gelî hêza xwe nas kiribû, xwerêvebirin gel bixwe bû, ev hat dîtin.