Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye ket roja 88’an.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye ket roja 88’an. Leyla Guven piştî di 25’ê Çileyê de hat berdan roja 88’an li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike.
Bi pêşengiya Leyla Guven gelek girtiyên azadiyê, jin, ciwan û siyasetmedarên Kurd jî dest bi berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Rewşa tendûristiya çalakvanan di asta qrîtîk de ye. Ruxmê ku rewşa wan xirab dibin jî bi biryardarî tedavî qebûl nakin û berxwedana xwe didomînin.
Li derdorê van berxwedanan Gelê Kurd û Ciwanên Kurd bi çalakiyên xwe xwesteka çalakvanan tînin ziman û çalakiyên xwe her roj bilintir dikin.