Hate îdiakirin ku li Wargeha Kebertû ya li Dihokê dîsa jineke ciwan bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate îdiakirin ku li Wargeha Kebertû ya bajarokê Sêmêlê ya Dihokê duh êvarî jineke Ciwan a bi navê Eynas Elî ya 20 salî bi çekê dawî li jiyana xwe anî ye. Tê gotin ku Eynas Elî ji ber pirsgirêkên civakî dawî li jiyana xwe anî ye.
Eynas Elî ji gundê Bara yê bakurê Çiyayê Şengal e. Piştî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kirin, li gel malbata xwe koçî Wargeha Kebertû dibe.