Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) a Minbicê belavokên ji bo piştgiriya berxwedana Kevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Leyla Guven ku ev 88 roj e ketiye greva birçîbûnê û berxwedêrên ku ketine grevên birçîbûnê li şêniyên bajêr, belav kirin.
MINBIC – Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) a Minbicê li Minbicê belavok belav kirin û piştgirî dan berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 88 roj in di greva birçîbûnê deye.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dihat girtin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 88’an de berdewam dike. Piştî çalakiya Leyla Guven, li Hewlêrê Endamê HDP’ê Nasir Yagiz dest bi çalakiyê kir û 75 rojin berxwedana Yagiz didome.
Niha li Girtîgehan girtiyên siyasî 50 roj, li Ewropa 49 roj çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) a Minbicê belavokên ji bo piştgiriya berxwedana Kevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Leyla Guven ku ev 88 roj e ketiye greva birçîbûnê û berxwedêrên ku ketine grevên birçîbûnê li şêniyên bajêr, belav kirin. YJC’ê der barê berxwedana jinan, vîna wan û zextên ku ji aliyê hikumetên zordar ve lê tên kirin agahî dan. Di belavokê de hat diyar kirin u hikumetên dîktator ên faşîst nikarin agirê berxwedanê di kesayeta jinên berxwedêr de vemirînin.