Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê serdana Nasir Yagiz’ê 75 roje di berxwedanêde ye kir û ji bo mezinkirina berxwedanê jî banga mezinkirina têkoşînê li tevahî ciwanên Bakur û Başûrê Kurdistanê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeyeke bi navê meclisa ciwanên HDP’ê îro ji Stenbolê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya Nasir Yagiz’ê 75 roje di greva birçîbûnê de ye, serdana Hewlêrê kir.
Şandeya ciwanên HDP’ê serdana Nasir Yagiz kirin û piştgiriya xwe ragihandin. Bi navê ciwanan Çeko Mimkara axivî û silavên ciwanên Bakurê Kurdistanê gihand Nasir Yagiz. Çeko di axaftina xwe ya piştgiriyê de wiha got, “Berxwedana hevalê Nasir berxwedaneke gelek mezin e û 75 roje hevalê me li vir di çalakiyê de ye. Em weke meclîsa ciwanên HDP’ê wan pîroz dikin. Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê berxwedaneke gelekî pîroz û binirxe ji bo me. Tevî ku tendûristiya berxwedêran xirap dibe jî, lê em dibînin ku bi îradeya xwe berxwedaneke mezin dikin û manewiyata wan jî zehf bihêze. Ev berxwedan hêz û moral dide me û me motîve dike. Ji bo vê jî em bang li tevahî ciwanên derveyî welat, Bakur û Başûr dikin ku tevlî berxwedanê bibin.”
Nasir Yagiz jî tevî ku rewşa wî ya tendûristiyê nebaşe pêşwazî li ciwanên HDP’ê kir û silavên xwe ji bo tevahî ciwanên Bakurê Kurdistanê şand û got, “Ez jî li ser navê hemû çalakvanên greva birçîbûnê tevahî meclîsa ciwanên HDP’ê silav dikim. Iıro şandeyek ji meclîsa HDP’ê ya ciwanan ji bo piştgiriyê ji Stenbolê serdana me kirin. Divê ciwanên me yên Bakurê Kurdistanê xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin, dakevin qadan û li dijî êrîşên li ser gelê Kurd helwest nîşa bidin. Pêwîste ciwan bibin dengê hevala Leyla Guven û beriya ku şahadet çêbibin bikevin tevgerê. Pêwîste em tecrîda li ser Rêber Apo rakin, faşîzmê têk bidin û Kurdistanê azad bikin.”