Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê meşên dirêj tên li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Hîldesheîmê yê Elmanyayê meşeke dirêj a 3 rojan a Hîldesheîm-Hannoverê hatibû li darxistin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn û meş di roja duyemîn de didome. Kurd û dostên wan sibehê saet di 11.00’an de li rawestgeha dawîn a Tramwaya Sartedtê hatin ba hev û bi pankartên ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ dest bi meşê kirin. Li her gund û navçeyên ku meşvan jê derbas bûn, belavok hatin belavkirin. Girseyê posterên Ocalan hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ tê kirin.
Meşa sibê wê li Laatzen Leîne Center a Hannoverê dest pê bike û di saet 15.00’an de ew ê li pêşiya parlementoya Eyaletê ya Nîdersachanê mîtîngek were li darxistin.