20 sal? 20 salvegerên bi êş û tarî? Çi bi jan e çar dîwar? Çar bend pêkane ku gelekî û dîroka mirovahiyê ya zindî dorpêç bike? Helbet wan xwedayên ku pergala giravê ava kirine ev armanc kiribûn. Lê nebû.
Bi sir û seqema zemherî ya sibatê de lerzokî dibe dil û mêjiyê neviyên roj û hêviyê. Jiyan radiweste, hest dikele, şerma rêhevaltiya kêm deng vedide û dibe qêrîn. Hêrs û deyndariya vê rojê, wekî pêlekî behrê har dibe û xwe berdide nîvenga hêstên evîndariyê. Bilind dibin pêlên har, dibin wek gurzê Rustemê Zal û xwe berdidin qada cengê. Dibe Kawayê hesinkar li beramberî Dehaqê zalim qîr dike û dibêje bi herikin rojê, bi herikin ku di wun jî nebin yek ji pûpelê di tarîtiya dîroka qirêj de.
Vayê dîsa xwedayên nûjen bi hemû kirêtiya xwe ve di 15ê sibatê de pelekî dîrokê dûbare vekir. Çawa ku di baxçê ronahiyê de Manî hat windakirin, Hallacê got Enel Heq di lêgerîna xwebûyînê de hatibe perçekirin, Suhreverdî, Babekû Şêx Bedrettîn, Birûno û Roza de jî ev rupelê dîrok di destê xwedayên bê rû de hat zîvirandin. Lê dîsa jî dem û dewran. Bilind dibe qêrîna wan û dibin lehiyek ji pêlên behre. Bi 15ê Sibatê re digihijin hev. Di vê rojê de de qêrîn cardin bilind dibe; biherikin rojê, ji ber dubarebûn mirin e. Biherikin û tê de bihêlin. Roj deng, reng û zimanê me ye.
Di 15’ê Sibata sir û seqem de xwedayên bêrihm û zordest di xwestin heqîqeta me di bazarên xwe yê bêhn pêketî de pêşkeşî berjewendiyên serweran bikin. Lê wek Zîlanan zarokê roj û agir herikîn, tacîdar kirin jiyana azad.
Pêlên behrê jî nikarin vî agirê di nav dil û mêjiyên lerzok de vemirînê lewma ev agir agirê deyndariyê ye. Divê ne temire. Lewra li hemberî vê bêbextî û komplogeriyê vemirandina vî agirî xayîntî ye. Bi dirûşma “wun nikarin roja me tarî bikin” çembera li derûdora Rêber APO bi agirê bedena xwe geş kirin. Niqût niqût bedenen ciwan herikîn nav pêtên bi heybet.
Dem radiweste, ziman lal dibe. Şaristan û Xalid dibin gotin û îfadeya vê. Viyan, Misefa, Hemza û Evrîm, Brîn girantir dibe, bar girantir dibe. Deyndarî wicdanan dilerizîne.
Dîsa heman meh. Tu dibêjî qey dar, av, ax û hemû zindî li ber çavên te winda dibin. Tenê ew kêliya qerisî ya kembax, reş û tarî li ber çavên te direqise. Wîcdan wekû gurekî har dil û mêjî dorpêç dike. 20 sal? 20 salvegerên bi êş û tarî? Çi bi jan e çar dîwar? Çar bend pêkane ku gelekî û dîroka mirovahiyê ya zindî dorpêç bike? Helbet wan xwedayên ku pergala giravê ava kirine ev armanc kiribûn. Lê nebû. Di nav tenêbûna teqez de 15’ê Sibatê bû ji nû ve zayîna rojê. Agir bi serket. Lê heya ev rejîma ji çar dîwaran ne rûxe wê hêrs jî nesekine.
Lewma pêwîste ku dil, mêjî û laş ji bo heqîqetê, mirovahiyê, civakê, xwezayê, Kurd û Kurdistanê her di nava çalakiyên 15’ê Sibatê de be. Dil û mêjiyên ku ji vê birevin wê di sifreya civaka azad de cihê xwe negirin. Ger rojekê agir bitefe-ev ne gengaze- wê sedem ev bin. Agir tefandin jî îxanet bixwe ye.
Rojhat AGİR XAÇORT
Çavkanî: Komûnar