NAVENDA NÛÇEYAN
Tora civakî, yek ji amûra siyasetê ya herî bibandor e. Li gel desthilatdariyê û komên desthilatdariyê, komên dijber jî tora civakiyê bi awayekî çalak bi kar anîne ( Li ser deverên desthilatdariyê û medyayê hûn dikarin Chomsky bixwînin). Dahênana çapxaneyê, bingehên hemû amûrên navgînên ragihandinê ne. Piştre jî destpêkirina weşanên radyo û televîzyonê, dîsa tora civakî, di vî warî de pêşketinên teknîkî ne. Hemû pêşketinên teknîkî û teknolojîk, di heman demê de guhertinên sosyolojîk jî hewce dike. Ya pêşîn tên zanîn û di pêvajoya Ronîbûnê de pêşketinên cihek girîng digrin in. Lê tora civakî, ji ber ku nû ye, hê tem nehatiye lêkolînkirin.
Tora civakî, wek alavên navgînên ragihandinê yên din binesaziyek mesrefdar û tora nûçegihanê hewcedar nake. Bi vî awayî, dijberan, li benda dilrehmiya medyaya yekdest namînin ( Mînak; Komkujiya Roboskiyê, 15-16 seatan ji aliyê çapemeniyê ve nehatibû weşandan, lê nûçe ji ser Facebookê hatibû belavkirin). Her kes, li ser mijarekê fikrên xwe dikarê bêje an jî tiştên ku dîtî dikare bi bikarhênerên din re parve bike. Ewlemendiya tora civakî, her çiqas kêm bibe jî, bi pêşketinên telefonên hişdar, teknolojî û teknolojiya tomarkirinê re karîna beliyandina nûçeyên ku di tora civakiyê de hatine weşandin jî her ku diçe zêde dibe. Bi vî awayî komên dijberan, li gor desthilstdariyê ku li hemberî vê têdikoşin, her çiqas di derfetên sînordarkiriyê de bibin jî, di tora civakiyê de birêxistinbûna xwe ava dikin û xebatên xwe yên çapemeniyê jî li wir didin meşandin.
Bûyerên Tûnûsê ku di 2011an de dest pê kir, li ser twîterê hat birêxistinkirin û ev jî ji bo tora civakiyê xala werçerxê ye. Heman rewş, di bûyerên Wall Street û Misirê de jî hatin jiyîn. Li Tirkiyeyê jî, di bûyerên Geziyê de tora civakî, bi awayek afirîner hat bikaranîn û ji bo belavbûn û danbihîstina çalakiyan jî rêbazeke bibandor bûbû. Di dawiya 2014an de jî dema ku DAÎŞ êrîşê bi Rojavayê Kurdistanê kir, Kurd û dostên Kurdan jî li ser tora civakî helwestek birêxistinî nîşan dan. Bêguman Dewleta Tirk wê demê hê bergirî negirtibû û bandora vê jî hebû, lêbelê di binê tageke de bi hezaran twît hatin avêtin û ev jî dorpêçkirina Kobaniyê xist rojeva Amerîka û Ewropayê ( lê dîsa jî pêşketina herî girîng Serhildana Bakurê Kurdistanê bû). Bêguman Amerîka, ji ber parvekirinên twîterê tevlî pêvajoyê nebû, lê ji bo ku Amerîka li hemberî raya giştî hatibû asteke hesab nikare bide, dest bi êrîşên hewayî û alikariya çek kir; li vir bandora tora civakiyê, hêza dehfdêr bû.
Piştî ku pêvajoya çareseriyê hilweşiya, Dewleta Tirk, jixwe di mijara tora civakî de tirsek mezin jiyabû, bergiriyên mezin di mijara tora civakiyê de girt. Bi hezaran mirov, ji ber parvekirinên tora civakiyê an hatin binçavgirtin an jî hatin girtin. Ji ber ku Dewleta Tirk a dagirker di pêvajoya Kobanê de şorika xwe xwar, di pêvajoya Efrînê de ambargoyek mezin pêk anî. Van zextan, sedema yekem e ku li tora civakiyê Kurd paşve mane. Lê xuyaye ku sedem ne tenê ev e. Mînak, her çiqas di vî warî de hestiyariya gel hebe jî, di mijara Leyla Guven û grevên birçîbûyînan de hestiyariyek nikarin ava bikin û tengasî dijîn.
Bikarhênerên Kurd ( bila gelêrî(anonîm) jî bin ), newêrin ku li ser hinek mijaran parvekirinan bikin. Fikarên wan ên ewlehiyê rewa ne û em rexne jî nakin. Lê di wek her tişt de dibe, em dikarin teknîkek rast ve encam jî bigrin. Îro Dewleta AKP, ji hesabên trolan re diravnameyek mezin vediqetîne û derfetên bêsînor pêşkeşî wan dike. Di her şarederiyên ku kayûm hatine pîşandin û her serokatiya bajêr de tîmên trol tên avakirin. Di hemû Tv û rojnameyan de sansûr heye. Hemû malperên dijber carbecar hatin girtin, hatin qedexekirin û hatin cezabirînê. Weke berî, wek girseyî gel ji parvekirinên wisa re beralîkirin, stratejiyek ne rast e. Li dewsa vê, bi birêxistinbûnek baş û piçûk re parvekirinên agahker û di demên pêwîst de xebatên tag ( ji aliyê vê komê ve ) hîn çêtir e.
Hin kesên siyasetmedarên qada legalê, xwediyê bi deh hezaran şopîner in; di mijarên pêwîst de, bi bikaranîna tagê re twîteke van, deh caran ji twîtên bikarhênerên hesabên kêmşopîner bibandortir e. Ji aliyekî din, toreke ku ji rojnamevanên niştecih û biyaniyan ve pêk were, dikare di tora civakiyê de rojevên xwe bixe rojeva raya giştî. Her parvekirinên wan ên Twitterê, dikare bandorek mezin ava bike. Em dikarin di vê mijarê de nîqaşan bikin an jî pêşniyaran bi pêş bixin; lê hewceye ku em bi profesyonel tevbigerin.
Her kes dikare tevlî aktîvîzm û çalakiyên ku li ser tora civakî pêk tên, bibin. Bikarhênerên tora civakî yên Kurd, dikarin sansûrê bisimînin û di karên dîplomasiyê de jî dikarin destê hêzên Kurd bihêztir bikin. Belku tê fikirîn ku hêzek wisa nemaye, lê ev potansiyel bi birêxistinbûnek rast ve dikare hêzek hîn mezintirîn derxe holê.
Nurhak Amanos