Di serî de li Amed û Wan’ê di gelek bajaran de ciwanan bi şiyara “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Biruxînin, Kurdistan Azad” bikin ve çalakiyên xwe yên bi fîşenga hewayî, panqart û diruşman her roj çalakiyên xwe zêdetir dikin. Ciiwanan di çalakiyên xwe de tînin ziman ku heya tecrîd rabe ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di serdemeke ku polîtikayên tunekirin û perçiqandina Gelê Kurd ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê zêde bûye de li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên ciwanan li Tirkiye û Kurdistanê derdikeve pêş. li tevahî bajarên Kurdistan û metropolên Tirkiye’yê ciwanan derdikevin qadan û hersa xwe ya li dijî tecrîdê nîşan didin û tecrîd qebul nakin.
Ciwanên ku dewleta Tirk herî zêde ji wan ditirse, bi piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger a ku di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve berdewam dike ve tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulalh Ocalan tecrîda li ser xwe dibînin. Di dîrokê de çigav ku hêzên faşîst êrîşê Gelê Kurd kiribe, wê demê ciwanên Kurd bi ruhekî fedaî bersiva faşîstan daye.
Îro jî her çiqas bloqa faşîst AKP-MHP’ê bi tevahî saziyên xwe, bi şerê taybet dixwaze li ser Kurdistanê zextê xwe ava bike, ciwanên welatparêz û şoreşger jî li dijî vê hersa xwe di qadan de tînin ziman.
Di serî de li Amed û Wan’ê di gelek bajaran de ciwanan bi şiyara “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Biruxînin, Kurdistan Azad” bikin ve çalakiyên xwe yên bi fîşenga hewayî, panqart û diruşman her roj çalakiyên xwe zêdetir dikin. Ciiwanan di çalakiyên xwe de tînin ziman ku heya tecrîd rabe ew ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.
Ji hinek çalakiyên ciwanan dîmen û wêne