Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê yên Edeneyê, banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan a di 17’ê Sibatê de li Amedê bê lidarxistin kirin.
EDENE- Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Edeneyê, banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan a di 17’ê Sibatê de li Amedê bê li darxistin kirin.
Ciwanên li Taxên Gulbahçe û Gaglioglu yên navçeya Seyhanê belavok li welatiyan belav kirin, afîşên derbarê konferansê de bi dîwaran ve kirin. Ciwanan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwestin hemû jinên ciwan beşdarî konferasê bibin.