Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye ket roja 89’an. Guven, piştî di 25’ê çileyê de hat berdan li mala xwe çalakiya grevê berdewam dike
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li gelek cihan didome.
Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de dest pê kiriye, di roja 89’emîn de berdewam dike. Çalakiya endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman armanc û daxwazê dest pê kiriye jî di roja 76’an de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îlhan Şîş a li Gallerê jî di roja 50’an de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 51’yemîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 281 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Her wiha li seranserê cihanê Gelê Kurd û dostên wan ji bo piştgiriyê di qadan de nin. Çalakiyên piştgiriyê her diçe zêdetir dibin. Li her derê çalakvanan didin xuya kirin ku heya tecrîd ranebe ew ê çalakiyên xwe hîn radîqaltir û zêdetir bikin.