Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, 23 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Ji ber spazma dil Îba rakirin nexweşxaneyê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Yûsûf Îba, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, 23 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Ji ber spazma dil Îba rakirin nexweşxaneyê. Îba careke din tedawî red kir û çalakiya xwe didomîne.
Bi sedan Kurdistaniyên ku bi rewşa Îba hesiyan berê xwe dan Navenda Gelê Kurd a li Torontoyê.
Li bajarê Ottawayê bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî û Parlamenta Ottawayê li hev civiyan û çalakî li dar xistin.