Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 89’an de didome. Her wiha çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Guvenê jî didomin.
AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 89’an de didome. Li gel vê her roj çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Guvenê jî didomin. Parlementerên HDP’ê Îmam Taşçier, Ebrû Gunay, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di nav de gelek kes çûn ber mala Guvenê û li çepikan xistin û tilîlî kişandin.